46 kursiyên Parlementoya İraqê liber Herêma Kurdistanê dikevin

  2021-05-02 18:13      490 Car hatiye dîtin        Şîrove
Li Herêma Kurdistanê 146 kesan xwe berbijêr kiriye

Komisyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinên İraqê, aşkere kir ku di hilbijartinên Parlementoya İraqê de 46 kursî liber Herêma Kurdistanê dikevin û 146 berbijêr jî beşdarî kêbirkêya kursiyên Parlementoya İraqê dikin. 
Hilbijartinên Parlementoya İraqê yên vê carê (10-10-2021) ku bi awayê bazneyî dê birêve biçin; Silêmanî ji 5, Hewlêr ji 4, Duhok jî ji 3 xelekan pêk tên. 
Komisyona Hilbijartinan, da zanîn; 18 kursî liber parêzgeha Silêmanî, 16 kursî liber parêzgeha Hewlêr û 12 kursî liber parêzgeha Duhokê dikevin ku bi giştî ji 46 kursiyên Parlementoya İraqê 2 kursî jî  para krîstiyanan e.
Komisyona Serbixwe ya Hilbijartinan, ragihand; li Silêmanî 65 kesan, li Hewlêrê 53 kesan û li Duhokê 28 kesan, xwe ji bo hilbijartinên giştî yên İraqê berbijêr kirin e. 
Puknow 
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî