Yekîtiya aliyên Kurd, aştî û zimanê gotubêjê bo destxistina mafên Gelê Kurd li Rojava giring e

  2021-05-03 23:11      75 Car hatiye dîtin        Şîrove
Partiya Demokrata Pêşkevtinxwaz ya Kurdên Sûrîyê serdana YNKê kir

Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Lahur Şêx Cengî, îro (03-05-2021), li Silêmanî, pêşwazî li wefdeka bala ya Partiya Demokrat ya Pêşkevtinxwaz ya Kurdên Sûriyê kir ku ji endamên polîtburoyê Ehmed Silêman, Ehmed Berekat û Selah Derwêş pêk hatibû. 
Di hevdîtinê de ku endamê serkirdayetî û berpirsê Dosyaye Peywendiyên Kurdistanî Salar Ehmed jî amade bû, gotûbêj li ser rewşa Rojava û xurtkirina peywendiyên nêvbera herdu aliyan hat kirin. 
Hevserok Lahur Şêx Cengî, serinc kişand li ser ew astengiyên derdikevin pêşiya kurdên Rojava û got: “yekgirtina aliyên Kurd û hilbijartina rêya aştî û zimanê gotubêjê ji bo çareserkirina pirsan û destxistina mafên Gelê Kurd li Rojava, gellek giringe bi cûrekî ku rola çi aliyekî nadîde li xwe negre. Di vê çarçoveyê de YNK piştevan û hevkar e”.
Lahur Şêx Cengî, behsa wê peywendiya dêrîn û dîrokî ya nêvbera Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrata Pêşkevtinxwaz ya Kurdên Sûriyê de heye kir ku bingeha wê ji aliyê Mam Celal û Hemîd Derwêş ve hatiye dariştin. Amadeyiya xwe jî nîşan da ji bo pêşxistin û xurtkirina wê peywendiyê.
Hevserokê YNKê, destxweşî li wefda mêvan kir ku ligel rewşa aloz û dijwar karîne partiya xwe biparêzin û hêviya serkevtin û berdewamî ji bo wan xwast ku dixwazin di siberojê de kongreya xwe saz bikin. 
Wefda mêvan jî pêzanîna xwe beramber rola niştimanî û hevkarî û desteke Hevserokê YNKê nîşan dan ji bo Kurdên Rojava.
Herwiha, pîrozbahî lê kirin bi helkevta hevpeymaniya nêvbera YNKê û Tevgera Goran ji bo beşdarîkirin di hilbijartinên giştî yên İraqê de. 
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî