Hilbijartinên Parlementoyê ji bo siberoja Herêma Kurdistan û İraqê gavekî giring e

  2021-05-03 23:43      72 Car hatiye dîtin        Şîrove
Hilbijartinên siberojê bo guherînên bingehîn û danîna binaxekî bihêz ji bo siberoja İraq û Herêma Kurdistanê gavekî giring e

Hevserokên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistane (YNK) Bafil Talebanî û Lahur Şêx Cengî, îro (03-05-2021), li Silêmanî, ligel Serokkomarê İraqê Dr. Berhem Salih civiyan.
Pêşkevtin û guherînên dawîn yên siyasî li İraq û Herêma Kurdistanê, mijarên sereke yên gotubêjê bûn. 
Lahur Şêx Cengî di navnîşan xwe ya feysbûkê de dibêje:
“Me di hevdîtinê de behsa giringiya rola niştimanî ya Serokkomarê kir ji bo kar li ser yekîtiya rîzan û pêşxistina proseya siyasî di çarçoveya destûrê de bike ku beşdariya rastîn û nûneratiya hemû pêkhatan li xwe bigre”.
“Me jiber rola wî ya serkevtî spasî Dr. Berhem Salîh kir ji bo derbazbun ji wan astengiyên ku berê hatine pêş û derbazbûn ji pirsgirêkan bi awayekî jîrane ku xêr û berjewendiyê gelî têda ye bi hemû pêkhatan”.
“Me behsa hilbijartinên pêşdem yên Parlementoya İraqê kir û me ragihand; hilbijartinên siberojê, pêngavekî giringe bi arasteyê guherînên bingehîn û danîna temelekî bihêz ji bo siberoja İraq û Herêma Kurdistanê”.
“Di vê çarçoveyê de me tekezî li ser rexsandina zemînek guncaw kir ji bo lidarxistina hilbijartinekî pak û şefaf ku cîhê razîtiya aliyan be. Me behsa pêkanîna hevpeymaniya nêvbera Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goran kir ji bo beşdarî hilbijartinên siberojê bikin û me ev yek bi gavekî giring zanî ji bo yekîtiya nêv mala Kurd û destxistina tev mafên Gelê Kurd li Bexdadê”.
Puknow
MetînMihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî