Ji bo çareserkirina pirsgirêkan pêwîstî bi yekrîziya aliyan û durustkirina baweriyeke xurt heye

  2021-05-04 21:14      66 Car hatiye dîtin        Şîrove
Naveroka civîna nêvbera Hevserokên YNKê û Serokê Herêma Kurdistanê


Ofîsa Hevserokatiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku Bafil Talebanî û Lahur Şêx Cengî ligel Serokê Herêma Kurdistanê, gotûbêj li ser guherîn û pêşkevtin dawîn, rewşa siyasî ya îroyî ya İraqê û pirsa nivîsandina desturekî nû ya Herêma Kurdistanê kirin e. 
Hevserokatiya YNKê, tekezî li ser giringiya berdewamiya gotûbêjên piralî û pewîstiya yekrîzî û tebayiya nêvbera aliyan, hevramanî, karê bihevreyî û durustkirina baweriyeke xurt ji bo çareserkirina pirsgirêkan kiriye di çarçoveya wan rêkevtinên hatine îmzekirin ku di nêvbera aliyan de heye bi taybetî li ser mijara niştimanî û stratejiyekê bi armanca parastina berjewendiyên bilind yên Gelê Kurd, wekî ku di danezanê de cîh digre. 
Hevserokatiya YNKê, pêkanîna atmosferek aram û pişguhxistina arîşe û nakokiyên siyasî, dîtin û diyarkirina çarçoveyekî hevbeş giranbuha giranbuha dinirxîne ku cîhê razîbûna hemu aliyan be ji bo parastina berjewendî û destkevtan û berevanîkirin li mafan.
Di hevdîtinê de Hevserokên YNKê spasî Serokê Herêma Kurdistanê kirin e ji bo ew rola niştimaniyane ku bi armanca berhevkirina aliyan û lihevnêzîkkirina bîr û rayên cûda digerîn e. Hevdem ronahî xistine  li ser wan pirs û arîşeyên ku bûne hevîna  kûrbuûna nakokiyan. 
Hevserokan, nerîna partiya xwe YNKê anîne zimên ji bo yekrîziya aliyan û gîhiştin bi hizreke hevbeş ji bo zalbûna bi ser astengiyan û amadeyiya xwe nîşan dan ji bo her proje û biryarekê ku di xizmeta berjewendiyên bala yên xelkê Kurdistanê de be.
Hevserokên YNKê, wek Kurd xurtkirina lihevtêgîhiştina zêdetir di nêvbera aliyan de û zalkirina berjewendiyên giştî bi giring li qelem dane ji bo berevaniya zêdetir li mafên neteweyî û xurtkirina pêgeha Kurd li Bexdadê bi taybetî li navçeyên nakokî li ser in. 
Serokê Herêma Kurdistanê jî helwest û nerînên rastîn yên Hevserokên YNKê ji bo çareserkirina pirsan û pêkve karkirina aliyan giranbuha nirxand.
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî