Hevserokên YNKê û berpirsên serbazî yên pilebilind yên Brîtanyayê civiyan

  2021-05-05 18:41      149 Car hatiye dîtin        Şîrove
Hevserokên YNKê û berpirsên serbazî yên Brîtanyayê rewşa ewlehî û çalakiyên DAIŞê nirxandin

Hevserokên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Lahur Şêx Cengî û Bafil Talebanî, îro (05-05-2021), li Hewlêrê li baregeha navendi ya YNKê, pêşwazî li berpirsê bala yê şewiriya parastina Brîtanyayê ji bo Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîqayê Marşal Samyol Sampson, Balyozê Brîtanya yê li İraqê Stivîn Hikî û Serkonsolê Brîtanya yê li Herêma Kurdistanê Ceyms Sorinto û wefdekî hevbendî yê wan kir. 
Di civîna nêvbera herdu aliyan de ku endamê Polîtburoya YNKê Dr. Soran Cemal Tahîr û Fermandarê Hêzên Dijî Terorê Polad Şêx Cengî jî amade bûn; gotûbêj li ser pêşkevtin û guherînên taybet bi rewşa siyasî û pirsên ewlehiyê, domîna metirsiya DAIŞê li İraq û Herêma Kurdistanê û xurtkirina peywendiyên nêvbera herdu aliyan bi taybetî di warê hevkariya serbazî de hat kirin. 
Hevserokan, nerîn û têbîniyên xwe yên derbarê şaneyên nivîstî yên DAIŞê, têvgerên wan û tedbîrên dijî DAIŞê de vegotin û tekezî li ser hewceyiya karê hevbeşî û bihevreyî û hemahengî yê nêvbera Hêzên Pêşmerge û Artêşa İraqê kirin, bi piştevaniya Hêzên Hevpeymanan bi taybetî li Kerkûk û navçeyên qutkirî ku valahiya ewlehiyê têda heye. 
Hevserokan, serinc kişandin li ser giringî û pêwîstiya berdewamiya arîkariyên serbazî û erkê Hevpeymaniya Nêvdewletî li İraq û Herêma Kurdistanê; da ku çekdarên DAIŞê bên jinêv birin û metirsiyên terorê bên dûrxistin, aramî û îstîkrara ewlehî jî bê bandorkirin. 
Hevserokên YNKê, rol û hevkariyên Gel û Hikûmeta Brîtanya û Hevpeymanên Nêvdewletî di warê pêşkêşkirina arîkari û hevkarî, pêdiviyên serbazî û piştevaniya wan ji bo İraq û Herêma Kurdistanê, perwerde û rahêna Pêşmerge de giranbuha nirxandin.
Derbarê çaksazî (reform) û yekgirtina Hêzên Pêşmerge de Hevserokan, amadeyî û piştgiriya Serokatiya YNKê anîn zimên ku bingeha yeksanî û hevsengî têda liber çavan bê girtin. Xwasta YNKê jî diyar kirin ji bo bûn bi yek hêza Pêşmerge ku dûr be ji destwerdanê û Herema Kurdistanê jî bibe xwediyê hêzekî niştimanî ya rêkxistî 
Herdu aliyên civînê, li ser diyarkirina plan û programekî guncaw ji bo domandina karê bihevreyî ya ji nêvbirina  yekcarî ya şaneyên nehênî yên çekdarên DAIŞê hevra bûn. 
Wefd mêvan rol, egîdî û fedakariya Hêzên Pêşmerge di şerê dijî terorê de giranbuha nirxand. 
Derbarê peywendiyên Hewlêr û Bexdad û pegeha Herêma Kurdistanê jî de Hevserokên YNKê, tekezî li ser giringiya yekrîziya niştimanî û yekhelwestiya Kurd ya li Bexdadê kirin. Pêkanîna Hevpeymaniya Kurdistan ji bo hilbijartinên pêşerojê yê Parlementoya İraqê di nêvbera YNKê û Tevgera Goran de bi destpêk û gavek giring zanîn ji bo parastina berjewendiyên bilind yên Gelê Kurd.

Puknow
Metîn Mihemed
 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî