Hevserokên YNKê û Wefdekî bala ya Amerîkayê civiyan

  2021-05-05 20:34      121 Car hatiye dîtin        Şîrove
Hevserokên YNKê û berpirsên pilebilind yên Amerîkayê li Hewlêre civiyan

Hevserokên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî û Lahur Şêx Cengî, îro (05-05-2021), li Hewlêrê li baregeha navendi ya YNKê, pêşwazî wefdekê bala yê Amerîkayê kirin ku ji şêwirmendê Wezareta Derve ya Amerîkayê Dîrêk Şulît, rêkxerê Koşka Spî ji bo karûbarên Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîqayê Brett McGurk, Alîkarê Wezîrê Derve ji bo karûbarê Rojhilata Nêzîk Coy Hud û cîgira Arîkarê Wezîrê Berevaniyê ji bo karûbarê Rojhilata Navîn Dana Strol û hevalbendên bi wan re kirin. 
Di civînê de ku endamê Polîtburoya YNKê Dr. Soran Cemal Tahîr û Fermandarê Hêzên Dijî Terorê Polat Şêx Cengi jî amadebûn; bi berfirehî gotûbêj li ser guherînên siyasî û ewlehî yên  li İraq û Herêma Kurdistan û Rojhilata Navîn rû dane, hat kirin. Pêşxistina peywendiyên nêvbera herdu aliyan jî yek ji mijarên sereke yê civînê bû. 
Hevserokên YNKê, tekezî li ser giringiya berdewamiya rola Amerîkayê ya di warê arîkarîkirina bi İraq û Herêma Kurdistanê de kirin. Rola Amerîkayê ya raborî bi arîkarî û piştevanikirina İraq û Herêma Kurdistanê jî bi taybetî di şerê dijî terorê de giranbuha nirxandin. Tekezî li ser hewceyî û cîbicîkirina karên hevbeş jî kirin bi taybetî di têkoşîna dijî çekdarên DAIŞê û jinêvbirina şaneyên wan yên nehênî yên li welêt de. 
Hevserokên YNKê, nerînên xwe li ser rewşa heyî, pirsgirêk, krîzan û rêyên çareserkirina pirsan û zalbûnê bi ser arîşên siyasî û ewlehiyê, vegotin. 
Tekezî li ser helwestê neguher yê YNKê kirin ji bo yekrîzî û tebayîya nêvbera aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û nehiştina nakokî û tevliheviya siyasî. Ev yek jî bi fakterekî giring zanîn ji bo xurtkirina proseya siyasî bi hêza rola Kurd li Bexdad ê. Di vê çarçoveyê de pêkanîna eniyekî niştimanî ya berfireh bi giranbuha nirxandin ji bo yekgotarî û yekhelwestiyê di wan waran de ku rehendê wan yên neteweyî û niştimanî heye.
Hevserokên YNKê derbarê peywendiyên Hewlêr – Bexdadê de daxuyandin ku hilbijartina zimanê diyalog û têgîhiştina hevbeş û penabirin ji bo destûrê, tekane rêya çareseriya pirsên hilwesîmayî yên nêvbera hikûmeta Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federal e bi taybetî pirsên navçyên qutkirî ku jiber êrişên DAIŞê jiyana hemwelatiyên wan deveran di metirsiyê de ye. 
Derbarê hilbijartinên pêşwext yên Parlementoya İraqê de Hevserokên YNKê, daxuyandin ku ew ligel lidarxistina hilbijartinekî pak û zelalin, dûr ji destwerdanê.
Wefda Bala ya Amerîkayê jî tekezî li ser berdewamiya erkên xwe yên li Herêma Kurdistan û İraqê û pêbendbûna welatê xwe bi piştevanîkirina aramî û asayîşa Herêma Kurdistan û İraqê û rûbirûbûna bi terorê û bihêzkirina aborî û berdewamiya karê bihevreyî kirin.

Puknow

Metîn Mihemed

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî