Piştgiriya YNKê ji bo xwendina bilind dê berdewam be

  2021-05-10 20:14      121 Car hatiye dîtin        Şîrove
Piştgiriya YNKe ya ji bo xwendina bala bi armanca geşepêdan û pêgîhandina neslên nû dê bidom e

Ofîsa Peywendiyan ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), îro (10-05-2021), li Silêmanî, bi amadebûna Hevserokê YNKê Lahur Şêx Cengî, bi helkevta heyva pîroz Remezanê, serok û jimareyek ji mamosteyên zanîngehên Herêma Kurdistanê ezimand. 
Di vexwandinê de Wezîrê Xwendina Bilind, serokên zanîngehên Silêmanî û Polîteknîk, Helebce, Germiyan, Koye, Çermo û jimareyek ji ragirên kolêj û serokên beş û mamosteyên zaningehan amade bûn.
Hevserok Lahur Şêx Cengî di axaftina xwe de pîrozbahiya heyva Remezanê li amadevanan kir û daxwaz ji Xwedê kir, nimêj û rojiya hemwelatiyan qebûl bike û heyvekî pir ji xêr, xweşî û bereket be ji bo Gelê Kurd.
Lahur Şêx Cengî, rola mamosteyên zanîngehan jî hêja zanî ku di rewşek nelibar ya koronayê û hemû qonaxan de nehiştine proseya xwendinê li Herêma Kurdistanê şikestê bixwe û heviya serkevtinê jibo tev xwendkaran xwest. 
Di gotûbêj û axaftinan de tekezî li ser berdewamiya piştgirî û arîkariya YNKê ji bo proseya xwendina bilind bi armanca geşepêdan û pêgîhandina neslên pir çek ji zanistên hemdem hat kirin. 
Hevdem, serbixwebûna zanîngehên Herêma Kurdistanê bi pêwîst hat zanîn û berjêrkirina deshilatan ji bo serokên zanîngehan giranbuha hat nirxandin di çarçoveya rênîşanên Wezareta Xwendina Bilind de bi armanca danîna nexşe û planên guncaw û durustkirina kêbirkeya zanistî di nêvbera zanîngehan de.
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî