24. Festîvala Gelawêj ya Çand û Wêje bi dawî bû
2021-05-28 14:51     958 Car hatiye dîtin      Şîrove
Festîvala Gelawêj bi dabeşkirina xelatan bi ser nivîser, çîroknivîs, şaîr û lêkoleran bi dawî bû
24. Festîvala Çand û Wêje ku sê rojan li bajarê Silêmaniyê dom kir, duhî (27-05-2021), bi parvekirina xelatan bi dawî bû.
Di dawîn roja Festîvala Gelawêj de di warên cûda de jimareyek xelat bi ser helbestvan, çîroknivîs û lêkoleran ve hat parvekirin.
Herwiha, pêşkêşkirina muzîk û stranan bi zimanên cûda, ji kar û çalakiyên roja dawîn ya festîvalê bû.
Serpereştyarê festîvalê, nivîskar, rewşenger û siyastvan Mela Bextiyar gotara bi dawî hatina 24. Festîvala Gelawêj pêşkêş kir.
Mela Bextiyar di axaftina xwe de ragihand ku çand û wêje gelan nêzî yekûdu dike û rê li ber dijminatiya nêvbera gelan digre û got: “Festîval di warê li yekûdu nêzîkkirina çanda gelan û xurtkirina xebata demokrasiyê de rolekî bi bandor digerî ne. Me îro, ligel Kurdî guh li muzîk û stranên Erebî, Farisî û Turkî yên resen girt. Em hêvîdarin ev heqîqet bigihêje reh û rîşên din yên civakê. Ev reng û dengên cûda yên huner û rewşenbîriyê, warên siyasetê jî li xwe bigre û ez dilniya me millet dê bigihêjin mafên xwe”.
Serpereştyarê Festîvala Gelawêj Mela Bextiyar, da zanîn ku nebûna dewlet û dezgehên wergêranê, nabe rêgir li pêşiya karên nivîseran û dikarin xwe baştir biwestînin û serkevtîi bin.
Mela Bextiyar, behsa giringiya yubila zîvî ya 25hemîn Festîvala Gelawêj jî kir û aşkere kir; dê festîvala bê berfirehtir bikin û ji bo wê jî amadekariyên baş bikin ku di Rojhilata Navîn de wek binkeyek rewşenbîrî tekane bingehin ku karinê 24 sal bê navber vê festîvalê lidar bixin.
Mela Bextiyar di beşekî din axaftina xwe de behsa dîroka Festîvala Gelawêj û hevkariya Serok Mam Celal jî kir ku kar û çalakiyên Gelawêj li cem wî pesend bû û hevkarî pêşkêş kiriye.
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir