Pêgeha Kurd bi yekrîzî û yekdengiyê li Bexdad û Parlementoya İraqê bihêz dibe

  2021-06-17 15:07      178 Car hatiye dîtin        Şîrove
Hevserokê YNKê Lahur Şêx Cengî ligel Serkonsolê Brîtanya yê li Herêma Kurdistanê civiya

Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Lahur Şêx Cengi, îro (17-06-2021), li Silêmanî, pêşwazî li Serkonsolê Brîtanya yê li Herêma Kurdistanê Ceymis Sorinton kir ku ji bo xatir xwastin û dawîhatin bi erkê xwe ev serdan encam da. 
Di hevdîtinê de ku endamê polîtburoyê Dr. Soran Cemal Tahîr jî amede bû, gotûbêj li ser rewşa siyasî, ewlehî û aborî ya Herêma Kurdistan û İraqê, yekgirtina hêzên Pêşmerge û hilbijartinên pêşdem yên Parlementoya İraqê hat kirin. 
Lahur Şêx Cengî, tekez kir; pêwîstî bi tedbîrên rûbirûbûna berdewam ji bo wan astengiyên ku dibin çavkaniya pirsgirêk û krîzan heye, bi rêya rexsandina diyaloga niştimanî û avaker û nehiştina nakokiyên siyasî yên nevbera hemû aliyan.
Hevserok Lahur Şêx Cengî, siyaseta rast û durust ya YNKê anî zimên li ser Bexdad û rêkevtina nêvbera Hikûmeta Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federal û penabirin ber destûrê û got: “ew rêkevtin, derencamê givaş, rijdî û handana herdu aliyan, serdan û civînên me bû ligel praniya aliyan li Bexdadê ku niha nîşaneyên cîbicîkirin û pêbendiyan bi rêkevtinê berdewam e. Yek ji giringtirîn encamên wê rêkevtinê, paş peydakirina tev heqên darayî yên Herêma Kurdistane ji aliyê Bexdadê ve, mijara paşdehildan û jêbirîn ji miaşên miaşxwerên Herêma Kurdistanê ye ku divê dawî lê be”.
Hevserokê YNKê, bi giringî behsa çaksazî û yekgirtina hêzên Pêşmerge kir û amadeyî û piştgiriya YNKê anî zimên ji bo vê proseyê û rola Hêzên Hevpeymaniya Nêvdewletî di vê proseyê de giranbuha zanî.
Derbarê hilbijartinên pêşdem yên İraqê de Lahur Şêx Cengî, proseya hilbijartinên Parlementoya İraqê bi giring û çarenivîssaz binav kir ji bo pêkanîna guherîn, reform û armancan. 
Hevserokê YNKê banga yekrîzî û yekdengî li tev aliyên Kurdistanê kir ku bên jêr sîvana Hevpeymaniya Kurdistanê û da zanîn ku bihevre dikarin pêgeha Kurd li Bexdad û Parlementoya İraqê bihêz bikin. 
Serkonsolê Brîtanyayê jî daxwaza aştî, tebayî û yekrîziyê ji bo tev aliyên Kurdistanî kir û hêvî xwast Herêma Kurdistan bi berdew geşe bike.
Puknow
Metîn Mihemed 

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî