Nabe carekî din bi çi awayekî nêzîkî şerê navxwe bibin

  2021-06-18 01:34      187 Car hatiye dîtin        Şîrove
Mela Bextiyar: Baweriya YNKê bi seng û giraniya xebata nêv bajêr heye

Endamê Encumena Bilind ya Siyasî û Berjewendiyên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Mela Bextiyar, roja Pêncşemê (17-06-2021), li Silêmanî, pêşwazî serokên eşîret û kesayetiyên kurdewerî yên devera Germiyanê kir. 
Di hevdîtinê de gotûbêj li ser rewşa nexwastî û şertûmercên evrojê hat kirin.
Mela Bextiyar di axaftina xwe de behsa dîroka nakokî û hevrikiyên nêvxweyî kir û got: “Yekûdukuştin u şerê navxwe û hevrikiyê nêvbera me, çi sûdekî hebûye û heye? Jibilî qurbaniyên şerê navxe û naxweşiyên bi serê mede hatine. Em xwedî tecrubeyê jî ne, jiber vê nabe em carekî din bi çi awayekî nêzîkî şerê nêvxwe bibin”.
Baweriya YNKê bi seng û giraniya xebata nêv bajêr heye:
“Demeke baweriya me bi seng û graniya xebata nêv bajêr heye; bi xebata medenî, serhildan, xwepêşandan û hilbijartinê. Ji sala 1980 – 1981ê ve, ev gotûbêj di nêv YNKê de heye ku gelo xebata bi çek dikari armancên me yên stratejîk pêk bîne? Yan, nexêr, divê xebata biçek bikeve xizmeta xebata bajêran. Xwêpêşandan, serhildan, paşê grevgirtin yan her reyekî din ku hate pêşê, vêca armancan pêk bînin. Wek serhildana Başûrê Kurdistanê û ligel koçberiyê jî, Neteweyên Yekgirtî (NY) û Awrûpa gîhiştin bi hawara me; vê jî selmand ku serhildan û xebata bajêr rast e”.
Mela Bextiyar, da zanîn ku pêwîste hemû aliyek bi cwamêrane tevbigerin ji bo rêgirtin li her rewşekî nexwastî û rê nedin wekî aşûtê lê be; her hêz û aliyek jî pêwîste sînorên xwe bizanê û di çarçoveya sînorê xebatê xwe de erkên xwe cîbicî bike. 
Rewşekî xeter bi rê ve ye:
Bi giştî derbarê şertûmercan de Mela Bextiyar wiha axivî: “Rewşekî xeter bi rê ve ye. Dewletên mezin bernameyên mezin yên xwe hene ligel dewletên herêmayetiyê û Rojhilata Navîn daku li ser rêkbikevin; bêguman Sûriye, Turkiye, Îran û Iraq pişka polayî liber wan dikeve. Wê demê çi aliyek ji me nikire rêkevtinê biguherîne; çawa ku me nekarî rêkevtinên Sykes – Picot, Şerê Yekem yê Cihanê, di hevpeymanetiya Bexdadê de, Sinto û rêkevtina Cezaîrê jî biguherînin. Ev jî metirsiye ji bo her rêkevtinekî nêvdewletî û herêmayetî”.
Derbarê metirsiyên cîbicînekirina destûrê û hilweşandina wê jî de Mela Bextiyar, got: “Pirsyar ewe; gelo YNK, PDK û hêz û aliyên din yên Kurdistanê çavêrê çi dikin ku dibînin metirsiya şerê navxwe , nêv İraq, herêmayetî û nêvdewletî jî di rojevê de ye! Wate, ji bo çi deriyê diyalog û rêkevtinê venakin, kongreyekê saz nakin û em bi xwe hekîmê serê xwe yê keçel bin?
Puknow
Metîn Mihemed
 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî