Bi ragirtina yeksanî û hevsengî di Hêza Pêşmerge de karê siyasî û çekdarî jihev cûda bibe

  2021-06-20 13:17      215 Car hatiye dîtin        Şîrove
YNK palnere ji bo yekgirtina hêzên Pêşmerge

Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Lahur Şêx Cengî, îro (20-06-2021), li Silêmanî, beşdarî Kongreya Duyem ya Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn kir û gotarek pêşkêş bi amadevanan kir. 
Lahur Şêx Cengî, rola dîrokî ya Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn di serxistina xebat û destkevtên Gelê Kurdistanê de giranbuha nirxand û da zanîn Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn payeyên Gelê Kurd e.
Hevserokê YNKê, tekez kir ku daxwazên pêşmergeyên dêrîn heqe û erkê Hikûmeta Herêma Kurdistan û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê ye. 
Lahur Şêx Cengî, got: “Navê Pêşmerge têkele ligel xebata gelê me û Serokatiya YNKê piştivanîkirina Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn bi erkê xwe dizene. Ez pêşniyar dikim, peyrew û programa Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn bê nûkirin”.
Cengî, diyar kir; YNK piştgiriyê dide hêzên Pêşmerge yekbigrin û palnere ji bo yekxistina Hêza Pêşmerge ku hêzekî niştimanî û rahênankirî û pirçek be got: “armanca me ye Hêza Pêşmerge pêk be û ne ji bo me û ne ji bo kesekî din jî neçe şerê birakujî yê binketinû pêwîste berevanî li buhayên bilind yên niştimanî bike. YNK di jêr serkirdayetiya Wezareta Pêşmerge de, ragirtina yeksanî û hevsengiya hêzê û yeksanî li fermandarî, rahênan, çek û serkirdayetikirina wê de de giranbuha dizane ku ev jî dê bibe destpêka danîna temelê jihevcûdakirina karê siyasî û çekdarî û xulqandina atmosferek guncaw ji bo hevrikiya siyasii. Yekgirtina hêzên Pêşmerge, divê tirsa yekalikirina pirsên siyasii û kontrolkirina deshilata siyasii nehêle ji bo berdewamiya statu û geşekirina demokarsiya Herêma Kurdistanê”. 
 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî