YNK û Tevgera Goran ji bo hilbijartinên Parlementoya İraqê rêkevtin îmze kirin

  2021-06-21 00:04      131 Car hatiye dîtin        Şîrove
Hevpeymaniya Kurdistan bibe sîvana rastîn ya komkirina Kurd li Bexdadê

Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goran ji bo hilbijartinên Parlementoya İraqê rêkevtin îmze kirin.
Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Lahur Şêx Cengî, îro (20-06-2021) di navnîşana xwe ya taybet ya tora civakî feysbûk de derbarê rêkevtina nêvbera YNK û Tevgera Goran de wiha nivîsandiye. 
“Îro, rojekî dîrokî bû ku me hêviyên herdu rehmetî Mam Celal û Newşirwan Mistefa pêk anî. Ligel Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goranê Omer Seyîd Elî û Bafil Talebanî bi beşdariya endamên Polîtburoya YNKê û endamên Xaneya Raperandin û Ofîsên Tevgera Goranê, me rêkevtina nêvbera YNK û Tevgera Goran îmze kir û me Hevpeymaniya Kurdistan ji bo beşdarîkirin di hilbijartinên Parlementoya İraqê de pêk anî”.
“Ev hevpeymanî  bi armanca yekrîzî, yekdengî û bihêzkirina rola Kurd e li Bexdadê. Em siyasetê dikin ji bo gelê xwe, jiber vê jî em bihevre bihêztir in”.

Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî