Beşek ji naveroka rêkevtina nêvbera YNK û Tevgera Goran

  2021-06-21 21:53      109 Car hatiye dîtin        Şîrove
Malpera PUKNOW beşek ji naveroka rêkevtina nêvbera YNK û Tevgera Goran belav kir


Rêkevtina nêvbera Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan (YNK) û Tevgera Goran ku duhî (20-06-2021), li bajarê Silêmaniyê hat îmzekirin ji 8 xalan pêk tê..
YNK û Tevgera Goran ku ji bo hilbijartinên Parlementoya İraqê Hevpeymaniya Kurdistan pêk anîn e, dixwazin rol û pêgeha Kurd li Bexdadê xurtir bikin. 
Naveroka rêkevtinê: 
Di xala yekem ya rêkevtinê de pêwîstiya pêkanîna Hevpeymaniya Kurdistan di nêvbera YNK û Tevgera Goran de hatiye zelalkirin. Wiha tê behskirin, li her cîhekî ku Kurd yekrîz û yekgirtî be serkevtin mîsoger kiriye û razîtiya gelê xwe jî bidest aniye; ji bo vê armancê jî YNK û Tevgera Goran paş çend civînan gîhîştine vê rêkevtinê. 
Tevgera Goran li Silêmanî 4, li Kerkûk 1 û li Hewlêr jî 2 berbijerên xwe dê hebin.
YNK jî li parêzgehên Silêmanî, Duhok, Hewlêr, Kerkûk, Nînowa, Selahedîn, Diyale û Bexdade, berbijerên xwe hebin. 
Puknow
Metîn Mihemed
 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî