YNK beşdarî şerê binketî yê birakujiyê nabe û banga çareseriya aştiyane dike

  2021-06-22 16:18      178 Car hatiye dîtin        Şîrove
Beşdarîkirina êzdiyan di çarçoveya Rêkevtina Şengalê de ji bo aramî û îstîkrara wê navçeyê giring e

Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Lahur Şêx Cengî, îro (22-06-2021), li Silêmanî, pêşwazî li Balyozê Amerîka yê li İraqê Matyo Toler û Serkonsolê Amerîka yê li Herêma Kurdistanê Rob Waler kir. 
Di hevdîtinê de gotûbêj li ser pêşkevtîn û guherînên li Herêma Kurdistan û İraqê û rêçareyên pirsgirêkan hat kirin.
Herdu  alî, hevrabûn li ser yekrîziya aliyên siyasî ji bo aramî û îstîkrara siyasî ya Herêma Kurdistanê. 
Hevserok Lahur Şêx Cengî, behsa pêk anîna Lîsta Hevpeymaniya Kurdistan di nêvbera YNK û Tevgera Goran de kir ji bo hilbijartinên pêşdem yên Parlementoya İraqê ku armanc jê yekrîzî û xurtkirina pêgeha Kurd e li Bexdadê. Cengî got: “Emê palner bin ji bo aliyên din jî bên nêv vê hevpeymaniyê; çunkî, em bihevre xurtir in û dikarin hemû mafên Kurd li Bexdadê bidest bixin”. 
“Em beşdarî şerê binketî yê birakujî nabin û bang dikin ku bi aştî dawî li vê tevlihevî û aloziyê bê anîn”.
“YNK amadeyî nîşan daye ji bo reform û yekgirtina hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê; li ser bingeha parastina hevsengî û balansa hêz, yeksanî li fermandarî, hînkarî û çek ku ev jî dibe atmosferek guncaw ji bo yekgirtina Hêza Pêşmerge. Herwiha, hewceye ku Herêma Kurdistan xwediyê hêzekî nîzamî û perwerdekîrî ya bihêz ya niştimanî be. 
Lahur Şêx Cengî, mayîna Hêzên Hevpeymaniya Nêvdewletî li İraqê bi pêwîst zanî ji bo arîkarîkirina Artêş İraqê û Hêza Pêşmerge bi taybetî di şerê dijî terorê de.
Di derbarê rewşa Şengalê de da tekez kir ku pişguhnexistin û beşdarîkirina êzdiyan di çarçoveya Rêkevtina Şengalê de ji bo pêkhatina aramî û îstîkrara wê navçeyê giring e. 
Hevserokê YNKê, kar û çalakiyên Serkonsolê Amerîka yê li Herema Kurdistanê ku dawî li erkê wî tê, giranbuha nirxand û hêvî xwest di erkê xwe yê nû de serkevtî be û got: “Wek Serokatiya YNKê emê piştevaniya xwe ji bo hewl û çalakiyên rêkxistinên mafên mirov yên li Herêma Kurdistanê bidomînin”.
Balyozê Amerîkayê li Bexdadê jî serinc û nerînê Hevserok Cengî giranbuha nirxand û spasî piştevaniya YNKê kir ji bo pêkanîna çaksazî û yekgirtina hêzên Pêşmerge.
Puknow
Metîn Mihemed 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî