Xalên gumrikê yên nêvbera Herêma Kurdistan û Bexdadê tên rakirin
2019-01-25 15:11     313 Car hatiye dîtin      Şîrove
Arşîv - Xala gumrikê
Rêveberê Giştî yê Gumrika Hêrêma Kurdistanê Samal Ebdurehman, ragihand ku di dawiya vê heyvê de xalên gumrikê yên nêvbera Herêma Kurdistanê û Bexdadê, dê bên rakirin û derîyên gumrikê yên Herêma Kurdistanê di warê rêveberiyê de dê bi Bexdadê ve bên girêdan.
Samal Ebdurehman, aşkere kir; deriyên gumrikê yên nêvdewletî yên Herêma Kurdistanê bi heman wan karmend û berpirsên xwe di warê îdarî de dê Bexdadê ve bên girêdan. Encamdana her guherînekê jî divê biryara herdu aliyan be û ligorî rêkeftina Herêma Kurdistanê û Bexdadê, zimanên Kurdî û Erebî dê li ser hemû belgenameyên gumrikî de bê nivîsandin.
Li Herêma Kurdistanê 4 deriyên nêvdewletî û 4 deriyên resmî hen e. Deriyên gumrikê yên nêvdewletî ji bo hat û çûna geştiyar û bazirganiyê tê bi karanîn. Lê deriyên resmî, tenê ji bo karên bazirganî tên bi karanîn û deriyên nêvdewletî bi Bexdadê ve tên girêdan.
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir