Armanca Hevpeymaniya Kurdistan, pêkanîna yekrîziya niştimanî û neteweyî ya Kurd e

  2021-07-05 15:13      197 Car hatiye dîtin        Şîrove
Lijneya hevbeş a Hevpeyaniya Kurdistan yekemîn civîna xwe lidar xist

Lijneya Bilind a Hevpeymaniya Kurdistan (YNK û Tevgera Goran) bi serokatiya Serokê Hevpeymaniyê Lahur Şêx Cengî û bi amadebûna komiserê giştî û endamên lijneyê, îro (05-07-2021), li Silêmanî li baregeha Polîtburoya YNKê, yekemîn civîna lidarxist. 
Di civînê de di çarçoveya şertûmercên siyasî yên Herêma Kurdistan û iraqê de gotubêj li ser pêngavên praktîk yên cîbicîkirina rêkevtin û hevpeymaniya nêvbera Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan (YNK) û Tevgera Goran ji bo hilbijartinên pêşdem yên Parlementoya İraqê hat kirin. Derbarê mekanîzmaya hemahengî û karê hevbeş jî de biryarên pêwîst hatin standin. 
Di civînê de awayê karê hevbeş û nexşerêya cîbicîkirina wê ji bo siberoja hevpeymaniyê hat diyarkirin û biryara çalakkirina karê lijneya sereke û lijneyên din li ser astê xelekên hilbijartinê hat standin. 
Di civînê de hat tekez kirin; hevpeymaniya bi wêrek ya nêvbera YNK û Goran ji bo berjewendiyên bala yên gel, pêkanîna yekrîziya niştimanî û neteweyî û yekdengiya Kurde li Bexdadê, da ku di siberojê de bikarin bibin fakterekî xurt ji bo bidestxistina mafên Gelê Kurd û çareserkirina pirsan, pêş hemûyan jî arîşeyên darayî û peydakirina miaş û heqên darayî. 
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî