Lahur Şêx Cengî û Heyder Ebadî pêşkevtinên dawîn yên İraqê nirxandin

  2021-07-12 16:21      178 Car hatiye dîtin        Şîrove
Divê serederiya hekîmane li ser wan pîlangeriyên nêvxwe û derekî ku rûbirû Herêma Kurdistan û YNK bûne bê kirin

Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Lahur Şêx Cengî, îro (12-07-2021), li Silêmanî, pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Nesr û serokwezîrê berê yê İraqê Heyder Ebadî kir. 
Di hevdîtinê de ku endamê desteya rêvber ya polîtburoyê Rizgar Elî, endamê polîtburoyê Dr. Soran Cemal Tahîr û seroka Fraksiyona Kesk li Parlementoya İraqê Ala Talebanî jî amade bûn; gotûbêj li ser rewşa siyasî, ewlehî û aborî ya Herêma Kurdistan û İraq û hilbijartinên pêşdem hat kirin.
Hevserok Lahur Şêx Cengî, tekezî li ser pêwîstiya xurtkirina hewlên hemû aliyên Kurdistan û İraqiyan û diyaloga ciddî kir ji bo gîhîştin bi nerîna hevbeş li ser çareseriya rastin ya pirsan, zalbûn bi ser astengiyan, pêkanîna yekrîziya niştimanî li ser tev meseleyên hestiyar û çarinivîssazan ku welêt ji hemû pirsan, duberekî û parçeparçebûnê biparêze; aramî, îstîkrar û jiyanek hêja jî ji bo hemwelatiyên Herêma Kurdistan û İraqê pêk bîne. 
Herdu alî hevra bûn li ser serederiya hekîmane li ser wan pîlangeriyên nêvxwe û derekî ku rûbirû Herêma Kurdistan û YNK bûne. Li ser vê mijarê Lahur Şêx Cengî, spasî piştevanî û helwestê rastîn yê Heyder Ebadî kir û dilniyayî da pê ku parastina YNK li cem wî karê pêşîn e.
Di beşekî din hevdîtinê de behsa pirsên hilwesîmayî yên nêvbera hikûmetên Herêma Kurdistan û Federal  hat kirin. Cengî, got: “Wek hevserokê YNKê, tekezî li ser helwestê partiya xwe dikim ji bo berdewambûna gotûbêjan û penabirin ber destûrê û pêbendbûna herdu aliyan bi rêkevtina nêvbera xwe û ji bo çareserkirina pirsên hilwesîmayî, peydakirina heqên darayî yên Herêma Kurdistan û miaşên miaşxweran”.
Di dawiyê de hilbijartinên pêşdem yên Parlementoya İraqê hat nirxandin; birêveçûna hilbijartinekî pak û şefaf di dema xwe ya diyarkirî de xwast herdu aliyan bû.
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî