YNKyî, dost û alîgir bila dilniya bin ku niha YNKyek nû heye

  2021-07-20 04:56      333 Car hatiye dîtin        Şîrove
Peyama pîrozbahiyê ya Hevserokê YNKê Bafil Talebanî

Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî, bi helkevta hatina Cejna Qurban, peyamekê pîrozbahiyê weşand. 
Teksta peyamê: 
Bi helkevta hatina Cejna Qurban ya pîroz, pîrozbahiyê li komalên xelkê kurdistan, kesûkarên serbilind yên şehîd û enfalkirî û kimyabaran, kêmendamên çeperan, pêşmerge û têkoşerên dêrîn, zindaniyên siyasî û pêşmergeyên qehreman dikim. 
Hêvî dikim, ev bûne bibe hevîna xêr û xweşî û aramî ji bo hemû aliyekî, hêvîdarim em vê cejnê bikin bi derfet ji bo pêdaçûnê bi siyaseta xwe û dariştina stratejiyekî nû ya niştimanîi di nêvbera hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê de, da ku em bihevre bi ser arîşeyan de zalbin û bihevre em bikarin bi rêya hikûmetê ve, pirsgirêkên bingehîn wek miaş û debara xelkê u xizmetguzariyê çareser bikin. 
Em wek Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bi siyaset û stratejiyek nû, xemxweriya xwe ji bo yekgirtina hêz û karînan ji bo xizmeta Herêma Kurdistanê bikin nîşan didin. Baweriya me ya temam bi yekrîziya gelê me heye ji bo siberojekî geştir û avedaniya zêdetir. 
Ez bi derfet dizanim, tekez bikim ku YNKya nû dê berpirsyar be beramber hemû çîn û tebeqeyên civakê û xwe bi xwediyê hemû cûdahiyan dizane, emê berdewamiyê bi siyaseta Serok Mam Celal bidin û bi giyanê fedekarî xebatê bikin ji bo Kurdistanekî nû. YNKyî, dost û alîgir bila dilniya bin ku niha YNKyek nû heye; em hemû xwediyê YNKê ne û hemû bihevre emê destegulê geştir bikin, berdewamiyê bi xebata medenî û demokrasî, azadiya raman bidin û emê hemahengiya xwe bixin xizmeta giştî ku ev jî rêya duruste û emê ji niha û pê ve di hemû qadên jiyana rêkxistiniyê de peyrew bikin. 
Dubare cejna we pîroz be, her şad û serfiraz bin 

                                                  Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê 
                                                                                 Bafil Talebanî
Puknow
Metîn Mihemed 

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî