Di Dezgeha Dijî Terorê de lêpirsin li ser karên deryasayê tê kirin

  2021-07-22 00:34      223 Car hatiye dîtin        Şîrove

Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî, biryar da lêpirsîn ligel wan kesan de bê kirin ku bi ne yasayî nasnameya Dezgeha Dijî Terorê bi wan hatiye dayîn û ew nasname ji wan bên standin. 
Bafil Talebanî, ferman da ku tevaya ew nasnameyên sexte yên ji aliyê Dezgeha Dijî Terorê ve hatine derxistin bên hilweşandin û her kesê bi yasayî li Dezgeha Dijî Terorê karmend nebû be û sûdmend bû be ji zevî, otomobîl, çek ji bo armanca şexsî û bi deryasa îmtiyaz pê hatibe dayîn jê bê wergirtin. 
Herwiha, her kesê pêbend bi vê biryarê nebe dê rûbirû dadgehê bibe.
Puknow
Metîn Mihemed
 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî