Divê hizb û jiyana siyasî ya medenî tendurist be û li ser rêya rast ya YNKya nû be

  2021-07-26 22:42      146 Car hatiye dîtin        Şîrove
Hevserok Bafil Talebanî ligel berpirsên malbendên YNKê civiya

Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî, îro (26-07-2021), li Silêmanî li Dabaşan, ligel gişt berpirsên malbendên YNKê civiya. 
Bafil Talebanî di axaftina xwe de ronahî xist li ser pêşkevtinên siyasî yên li Herêma Kurdistan û iraqê û stratejiya YNKê di hevkêşan de û tekezî li ser siyaseta niştimanî û hevsengî ya YNKê kir ji bo pirsgirêkan û parastina yekrîziya nêv mala Kurd jî giranbuha nirxand. 
Talebanî derbarê berpirsyariya rêkxistinî, hizbî, rola kadro û endamên YNKê û erkên îroyî de ragihand; malbend û kadroyên rêkxistinê şahdamarên YNKê ne û renca wan cîhê pesn û qedirbilindiyê ye û got: 
“Pêwîste wek herdem kadro û endamên YNKê xizmetkarê xelkê bin. Malbend û organên wê jî bibin bi mala rastîn ya hizbayetî û têkoşîna siyasî û rêkxistiniyê bi bê cûdahî pira gîhandina dengê xelkê bin bi YNKê û hikûmetê”.
Bafil Talebanî ji berpirsên malbendan re got; em vê ji we çaverê dikin, hizb û jiyana siyasî ya medenî tendurist bikin û li ser rêya rasteqîn ya YNKê ya nû birêve biçe.
Hevserokê YNKê Bafil Talebanî  amadevanan erkdar kir ku kadro û endamên hişyar yên YNKê ji pêngavên çaksazî yên di nêv hizb u hikumetê de agahdar bikin û wan reforman bikin belgeya destegula YNKê ji bo hemwelatiyan û destkevta serkevtina Lîsta Hevpeymaniya Kurdistan di hilbijartinên Parlementoya İraqê de. 
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî