Hevserokê YNKê Bafil Talebanî pêşwazî li Serokê eşîra Herkî Cewher Axayê Herkî kir

  2021-07-29 00:36      303 Car hatiye dîtin        Şîrove
Şêx Cewher Axayê Herkî: Biryarên Bafil Talebanî biryarên YNKê û biryarên mala Mam Celal e û emê pêbend bin

Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî, îro ( 28-07-2021), li Silêmanî, pêşwazî li Cewher Axa serokê eşîra Herkî kir. 
Di hevdîtinê de tekezî li ser xurtkirina peywendiyên YNKê yên ligel Herkiyan hat kirin. Hevserokê YNKê, da zanîn ku têkoşerên Herkî di nêv rîzên YNKê de hevalên rastîn yên armancên YNKê ne û em rola wan ya hevalane giranbuha dizanin û di hilbijartinên siberojê de bi gurûtîniyê dê kar ji bo serxistina Lîsta Hevpeymaniya Kurdistanê bikin li Hewlêr, Mûsil û Behdînan ê. 
Şêx Cewher Axayê Herkî jî ji bo kanalên ragihandinê yên YNKê, wiha axivî: “ Di hevdîtina ligel rêzdar Bafil Talebanî de me rewşa nêvxwe ya YNKê, û pêngavên berev çareseriyê nirxand ku yekgirtiyî, rêkxistinî û bihêzkirina YNKê xwasta me hemuya ye. Me serinc kişand li ser vê jî ku emê bi gurûtîniya caran ji bo serxistina berbijêrên YNKê yên li Behdînan, Hewlêr û Musilê tevbigerin”. 
 “Zêdetir ji salekê, em di nêv YNKê de kar dikin û me bi pêwîst zanî serdana Bafil Talebanî bikin, da ku em piştevaniya xwe ji bo Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan û berbijêrên wê yên di hilbijartinên Parlementoya İraqê de dubare binin zimên. Kar û xebata me ya di nêv YNKê de dê bidome; çi niha û çi siberojê her erkekî bi me bê spartin emê bi fedekariyê cîbicî bikin. Me bi rêya wan komîteyên ku ji bo Herkiyan hatine pêkanîn, hemû amadekariyên xwe temam kirine ji bo serxistina berbijêrên YNKê li wan sînoran”.
Şêx Cewher Axayê eşîra Herkî axaftina xwe wiha kota kir: “Biryarên Bafil Talebanî biryarên YNKê û biryarên mala Mam Celal e û jiber vê jî emê pêbendê biryaran bin. Bi dilniyayî, her biryara ku ew bidin di berjewendiya YNKê de  emê piştivan û cîbicîkarê wê bin”.
Puknow
Metîn Mihemed

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî