Qubad Talebanî serokê nû yê Hevpeymaniya Kurdistanê ye

  2021-07-29 14:29      199 Car hatiye dîtin        Şîrove
Hevpeymaniya Kurdistan bi serokatiya Qubad Talebanî beşdarî hilbijartinên giştî yên İraqê dibe

Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan (YNK) û Tevgera Goran, îro (29-07-2021), li Silêmanî civiyan. 
Mijarên sereke yên civînê, dawîn guherîn û pêşkevtinên siyasî û borî yên Herêma Kurdistan û İraq û Rojhilata Navîn bûn. 
Di civînê de Qubad Talebanî wek serokê nû Hevpeymaniya Kurdistan hat pesendkirin ku YNK û Tevgera Goran  ji bo hilbijartinên pêşdem yên Parlementoya İraqê ev hevpeymanî pêk anîn e. 
Di vê çarçoveyê de biryar li ser aktîfkirina lijneyên hilbijartinê, temamkirina amadekariyan û xurtkirina hemahengiya nêvbera herdu aliyan hat dayîn. 
Puknow
Metî Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî