Niha YNKyek nû heye û li ser prensîpên tendurist yên medenî birêve diçe

  2021-07-29 22:37      202 Car hatiye dîtin        Şîrove
Hevserokê YNKê Bafil Talebanî pêşwazî li Balyozê Îspanya yê li İraqê kir

Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî, îro (29-07-2021), li Silêmanî, pêşwazî li Balyozê Îspanya yê li İraqê Xwan Xosê Îskobar kir. 
Di hevdîtinê de ku endamê Civata Serkirdayetiyê Şalaw Kosret Resûl û cîgirê berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve Daban Şedele jî amade bûn; peywendiyên nêvbera herdu aliyan, pêşkevtinên siyasî û hilbijartinên pêşdem yên İraqê (10-10-2021) hatin nirxandin. 
Herdu alî li ser berfirehkirina hemahengî û hevkariya nêvbera xwe di hemû waran de hevra bûn ku xizmeta berjewendiya giştî bike.
Bafil Talebanî di çarçoveya pêşkevtin û guherînan de hevkêşên îroyî nirxand û nerîna YNKê li ser hemû pirsan vegot û ragihand; YNK dixwaze hemû pirsgirêk bi rêya lihevtêgîhîştin û zimanê diyalogê bên çareserkirin û zemînek guncaw ji bo lidarxistina hilbijartinekî zelal bê rexsandin ku bersiva xwastên hemû aliyekê be û bibe palner ji bo îstîkrara siyasî, aborî û civakî.
Talebanî, da zanîn; wek YNK û Tevgera Goran di çarçoveya Hevpeymaniya Kurdistan de kar ji bo yekgirtina cûdahiyên nêv mala Kurd dikin û dixwazin wek yek tîm li Bexdadê parêziyê li mafên destûrî yên xelkê Kurdistanê bikin. 
Bafil Talebanî, aşkere kir; Hevpeymaniya Kurdistan bi armanca hevgirtina hêzan, yekrîziya niştimanî û berevanîkirin li berjewendiyên bilind pêk hatiye û paş hilbijartinan jî karê sereke yê YNKê dê duruskirina kodengiya niştimanî û eniyek berfireh be ji bo hemû hêz û aliyên siyasî yên Kurda.
Talebanî derbarê karûbarên nêvxwe û rêkxistiniyê de behsa guherin û reforman kir ku bi aliyê rêya rast ya hizbî hatine pêk anîn. 
Bafil Talebanî, tekez kir ku niha YNKyek nû heye û jiyana siyasî û rêkxistinî li ser bingehek tendurist ya medenî birêve diçe û bi stratejiyek niştimanî dê xebat berdewam bike. 

Puknow
Metîn Mihemed 

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî