Rêgiriyên li pêşiya karên parlementoyê hatibûn danîn ji holê hatin rakirin

  2021-07-29 23:40      400 Car hatiye dîtin        Şîrove
Tîma YNKê ya li parlemento û hikumetê dê hemû karîna xwe bixe ger jibo zêdetir xizmetê hemwelatiyan bike

Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî, îro (29-07-2021), li Silêmanî, pêşwazî li Seroka Parlementoya Kurdistan Dr. Rêwaz Fayeq kir. 
Di hevdîtinê de gotûbêj li ser piştgiriya YNKê li tîma parlamento û hikûmetê û hemahengî û hevkariya zêdetir ya nêvbera wan hat kirin ku armanc jê zêdetir xizmetkirina xelkê û karkirin be li ser wan pirsên rasterast peywendîdarin bi jiyana hemwelatiyan. 
Bafil Talebanî, got: “Em wek YNKya nû karê parlementoyê giranbuha dinirxînin û wek deshilata herî bilind ya yasadanîn çavdêrî, emê piştivan û hemaheng bin, da ku bi serbixweyî karên xwe bikin û ew rêgiriyên li pêşiya karên we hatibûn kirin ji holê hatin rakirin. Dilniya bin di siberojê de bi karîn û jîrî tîma YNKê ya li parlemento û hikûmetê dê zêdetir xizmetê bike. Bi karkirin li ser wan yasa û projeyên ku bandora wan li ser baştirkirina ezmûna Herêma Kurdistanê heye, dê bikaribin mînakek baştir ya hikumraniyê pêşkêş bikin”. 
Hevserok Talebanî, piştgirî û hevkariya temam ji bo Seroka Parlamentoya Kurdistanê anî zimên û wiha axivî: “Êdî rêgîrî neman, hemû karûbarên hizbî û nûnerên me yên li deshilatan divê li ser rêya rast ya YNKê birêve biçin ku ew jî rêya xizmetkirin û siyaseta tenduriste ji bo berjewendiyên gelê me”.
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî