Serokê Hevpeymaniya Kurdistan: Em dixwazin aramî û îstîkrarê vegerînin

  2021-07-31 15:49      177 Car hatiye dîtin        Şîrove
Hevpeymaniya Kurdistan, amadekariyên ji bo hilbijartinên Parlementoya İraqê xurt dike

Serokê Lîsta Hevpeymaniya Kurdistan Qubad Talebanî, îro (31-07-2021), li Silêmanî, bi hevalbendiya şandekê, serdana Tevgera Goran kir. 
Di civiina nêvbera herdu aliyan de gotûbêj li ser çawanî amadekariyên hilbijartinê û danîna programa hevpeymaniya ji bo hilbijartinên pêşdem yên Parlamentoya İraqê hat kirin.  
Qubad Talebanî di daxuyaniyek rojnamevanî de behsa mekanîzma hevpeymaniyê  û çawanî dabeşkirina erkan bi ser lijneyan kir û got: “Em bihevre bihêztirin û emê baştir bikaribin berevaniyê li mafên xwe bikin û em dixwazin aramî û îstîkrarê vegerînin”.
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan (YNK) û Tevgera Goran, 20ê Hêzîrana 2021ê li ser pêkanîna Lîsta Hevpeymaniya Kurdistan ji bo hilbijartinên pêşdem yên Parlementoya İraqê (10-10-2021) rêkevtin îmze kiribûn. 
Puknow
Metîn Mihemed
 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî