Rotaya YNK li ser rêyek tendurist ya rêkxistiniyê ye û siyaseta hekîmane ya Serok Mam Celal tê domandin

  2021-07-31 19:17      162 Car hatiye dîtin        Şîrove
Bafil Talebanî: Pêngavên hatin avêtin YNKya Mam Celal, şehîd û têkoşrên me ji heldêr parast

Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan (YNK) Bafil Talebanî, îro (31-07-2021), li Silêmanî li avahiya polîtburoyê, pêşwazî li Serokê Komela Dadgerî ya Kurdistan Elî Bapîr û wefda pê re kir. 
Di hevdîtinê de ku jimareyek ji endamên Desteya Rêveber û Polîtburoya YNKê amade bûn; gotubêj li ser pêşkevtinên siyasî, aborî û ewlehî yên liHerêma Kurdistan û İraqê rû dane hat kirin. Hilbijartinên pêşdem yên Parlamentoya İraqê jî bi berfirehî hat nirxandin. 
Herdu aliyan, tekezî li ser xurtkirina peywendiyên nêvbera xwe, kar û çalakiyên hevbeş di berjewendiya giştî de kirin ku xwasta vê qonaxê, rêkxistina nêv Mala Kurd e. 
Paş hilbijartinan rêxsandina zemînek guncaw jî ji bo karên bihevreyî bi giring hat zanîn, da ku hemû aliyên Kurd di eniyekî niştimanî de li Bexdadê berhev bike û peyama kurdistanê bigihîne Iraqê û berevaniyê li mafên destûrî yên xwe bikin.
Bafil Talebanî di civinê de bi hûrgilî behsa siyaseta nû ya YNKê û guherînan kir û got: “Rotaya partiya YNK li ser rêyeke tendurist ya rêkxistiniyê ye û berdewamiyê bi siyaseta hekîmane ya Serok Mam Celal tê dayîn û peywendiyên xwe yên bi dostên xwe re jî ava dikin”.
“Em bi giyanê aştiyane ligel hemuyan, bihevre berdewamiyê didin xebata xwe ji bo Kurdistanekî xurtir û peydakirina jiyanekî hêja ji bo hemwelatiyan xweşdivî yên Kurdistanê”.
Bafil Talebanî, tekez kir ku guherîn li ser bingeha parastina yekîtiya nêv YNKê û rizgarbûn ji destegerî û berjewendiyên şexsî tên kirin û got: “Ev pêngavên hatin avêtin YNKya Mam Celal, şehîd û têkoşrên me ji heldêr parast”.
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî