Birînên 31ê Tebaxê bi rêya hilbijartina demokrasî, azadî û dadperweriya rastîn baş dibe
2021-08-30 23:50     640 Car hatiye dîtin      Şîrove
Birînên tawana 31ê Tebaxê bi devjêberdan ji ferhenga xwesepandin, defaktoya ne rewa û bi rêya hilbijartina demokrasî, azadî û dadperweriya rastîn, çareser dibin
Polîtburoya YNK: Bi devjêberdan ji ferhenga xwesepandinê, defoktaya ne rewa û bi hilbijartina demokrasî, azadî û dadperweriya rasteqîne, birîna tawanê 31ê Tebaxê bi yekcarî sax dibe.
Teksta danezanê:
Bîst û pênc sal bi ser xiyaneta 31ê Tebaxê re derbaz dibe û hêj birînên ev tavana niştimanî û neteweyî bi temamî baş nebûn e. Ev jî paş derbazbûna, çarikek sedsalê ji hêrişa Artêşa Rejîma Seddam Hisên bi hevkariya hêzên Partiya Demokrata Kurdistanê bo ser Hewlêra paytexta xewna azadî ya gelê me ku bû sedema şehîdbûna bi dehan pêşmerge û fermandarên jîr û egîd yên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û opozîsyona İraq û têkoşerên rêya azadiyê.
Ew hêrişa hovanê û vegerandina Artêşa Beasê, tenê paş derbazbûna şeş salan bû ku Civaka Kurdistanê li dijî wê serîhilda bû; tenê şeş sal bû gelê me ezmûnekî demokratîk ji bo xwe ava kiribû ku cihê piştivanî û dilsoziya Civaka Nêvdewletî bû.
Raste gelê me bi qurbanîdan û rijdbûnê li ser domandina xebatê û bi fedekariya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan (YNK) û piştivaniya dostan, karî bi ser vê jana dijwar ve zal be û rêya aştî û lêbuhirînê ji bo pêşxistina ezmûna Kurdistanê bibîne û rêya avadanî û asoya serkevtinê bi ser rêya tol, nokakî û tevliheviyê serbixe. Lê, hêj paş çarîkek sedsal ji wê karesatê, ji destê asewarên xerap yên derûnî û manevî dinalîn ku paytext û temamê Kurdistanê xist pêşiya metirsiya herifîn û têkelbûn bi kaxiz u ajandeya sepandina defoktoya hêz û dest têkelkirin û destwerdana herêmayetî ya ne cûr û têkdana hevsengiya hêz u hevrikiya siyasî ya srûştî..
YNK bi taybetî û gelê me jî bi giştî bi pêwîst dizane ku birînên tawana 31ê Tebaxê bi yekcarî baş bibe; ew jî bi devjêberdan bi ferhenga xwesepandin, defaktoya ne rewa û bi rêya hilbijartina demokrasî, azadî û dadperweriya rastîn, dûr jî zilma girtin û êşandina komelên xelkê dibe.
Slav li şehîdên berxweder yên dijî Artêşa Beas û hemû şehîdên gelê me.
Slav li sebr û xweragiriya milletê me ku çavê wê li siberojekê geştir e.
Slav li xelkê xweragir yê Hewlêra paytexta Kurdistanê.
Polîtburoya
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan (YNK)
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir