Qubad Talebanî: Kilîda çareserkirina Pirsa Kurdistanê Kerkûk e, tenê Kerkûk e û dê her Kerkûk be

  2021-09-10 04:18      578 Car hatiye dîtin        Şîrove
Hevpeymaniya Kurdistanê li Kerkûkê dest bi bangeşeya hilbijartinê kir

Hevpeymaniya Kurdistanê, îro (09-09-2021), li Kerkûkê, bi merasîmekê ku Serokê Hevpeymaniya Kurdistanê Qubad Talebanî jî amadebû, dest bi bangeşeya hilbijartinê kir û di merasîmê de berbijarên Hevpeymaniya Kurdistanê hatin nasandin.
Di maresîma destpêkirina bangeşeya hilbijartinên pêşdem yên Parlamentoya İraqê de Dr. Derbaz Mihemed, jimareyek zêde ji kadro û alîgirên YNKê û Tevgera Goranê jî amade bûn. 
Serokê Hevpeymaniya Kurdistanê Qubad Talebanî di merasîma destpêkirina bangeşeya hilbijartinê û nasandina berbijaran de gotarek pêşkeş kir. 
Qubad Talebanî, wiha dest bi axafta xwe kir: 
“Em hatine, ji Kerkûka Quds banga yekrîziyê li Gelê Kurdistanê bikin. Em hatine, peymanê ligel rêbaza Serok Mam Celal nû bikin û ji neyarên Kerkûkê re bêjin: Dibe ku hûn bikaribin agirê Babagurgur vemirînin; lê, xeyalê we betale, netewa Kurd netewekî  zindiye, têkoşer û berxwedêr e. Û heta kurdek mabe Kerkûk bajarê Kurdistanê ye”.
“Em hatine ligel serkirdeyê mezin Newşîrwan Mistefa peymanê nû bikin û axavtên wî dubare bikin û bêjin: Kerkûk beşeke ji bîr û bawariya me û eger yek Kurd jî li Kerkûkê nemîne, her xaka Kurdistanê ye”.
“Ji Kerkûka Quds û Babagurgur, em yekdestî û yekrîziya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan (YNK) û Tevgera Goran radigihînin. Em dilniyayî didin bi we ku êdî rê nadin ne Kerkûk û ne çi beşekî din xaka pîroz ya Kurdistan, baca siyaseta şaş û maceraya siyasî ya çi kes û aliyekî din bide”.
Qubad Talebanî, tekez kir ku Hevpeymaniya Kurdistan bi hizrekî nû hatiye ji bo bihêzekî mezin biçe Bexdadê û bi yekcarî û heta hetiya pirsgirêkên budce, miaş û pirsên din yên hilwesî mane çareser bike.
Serokê Hevpeymaniya Kurdistanê, serinc kişand li ser zilm û neheqiyên li Kerkûkiyan hatine kirin û got: “Bi alîkariya we, emê dawî li vê deshilat û îdareya xweferziyê bînin; aramî û îstîkrarê vegerînin û yekî ji we bikin parêzgarê Kerkûk ê”.
“Tenê Hevpeymaniya Kurdistan dikare pirsên Kerkûkê çareser bike; çunkî ji du hêzên mezin û bi bandor pêk hatiye ku xema hemû Gelê Kurdistanê dixwe. Ne di xema mezinkirina binemalek yan hozek yan partiyekê de ye. Kes li Bexdadê guh li partiyên biçûk û lewaz nagre; lewra, daxwaz ji we dikim, dengê xwe bi heba nedin  û Hevpeymaniya Kurdistanê wek nûnerê xwe yê rastîn hilbijêrin”. 
“Divê hûn biryarê li ser çarenivîsa xwe û şirîkiyê bidin, ne ew alî û ev alî biryarê li ser we bidin; çunkî, tenê û tenê çavên wan li ser neft û sermaye û samanê vî bajarî ye. Jiber vê, ez daxwaz dikim roja 10ê Cotmehê bi hemû Dinyayê bêjin, kî xwediyê vî bajarî ye û kî xwediyê rastîn yê we ye ku tenê Hevpeymaniya Kurydistan e”.
“Dilniya bin, tenê Hevpeymaniya Kurdistane ku bi bawer û kirdar dijî her cûrekî cûdakariya neteweyî û olî ye; lewre, dilniya bin li Bexdadê jî tenê nûnerên me dikarin berevaniyê li mafên şêniyên Kerkuk û navçeyên nakokbar bikin, ne aliyên din ku çendîn sale rê nadin hilbijartinên Civata Parêzgeha Kerkûkê bê kirin. Rê nadin parêzgarek ji bo Kerkûkê bê destnîşankirin ku nûnerê rastîn yê îradeya kerkûkiyan be”.
Serokê Hevpeymaniya Kurdistanê, derbarê giringiya xurtbuna pêgeha Herêma Kurdistanê li Bexdadê de aşkere kir ku qewareya Herêma Kurdistan di jêr metirsiyê de ye; hin hêz û aliyên siyasî bi hemû karînên xwe şerê vegerandina sîstema merkezî û hilweşandina federaliyê dikin li İraqê û got: “Divê em rûbirû vê pîlangeriyê bibin, çunkî em bihevre bihêztirin û bihevre em dikarin pirsên budce û miaşê çareser bikin û îstîkrar û xizmetguzariyên baştir bînin”.
Qubad Talebanî, axavta xwe wiha bidawî kir: “Ez dilniya me, hûnê bi dengên xwe bêvla nahezên Kerkûkê bişkînin û ji bo hemû Dinyayê biselmînin ku take mercî û biryarderin. Em jî sozê didin bi we, emê li Kerkûka Qudsa Kurdistanê mizginiya serkevtinê rabigihînin. Çunkî, kilîda çareserkirina Pirsa Kurdistanê, Kerkûk e û her Kerkûk e û dê her Kerkûk be”.
Puknow
Metîn Mihemed
 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî