Daxuyaniya Jûrê Operasyonekê Hevbeş yê Parêzgeha Silêmanîyê
Jûrê Operasyonekê Hevbeş yê Parêzgeha Silêmaniyê, bi daxuyaniyek nivîskî, destbisergirtina tometbarê sereke yê herdu bûyerên birîndarkirin û kuştinê ragihand ku di rojên 16 û 17ê vê heyvê de pêk anî ye.
Teksta danezanê:
Daxuyaniyek ji Jûrê Operasyonekê Hevbeş yê Parêzgeha Silêmaniyê;
Li ser raspardina Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî,
Jûrekî Operasyona Hevbeş hat pêk anîn ji dezgehên Asayîşa Herêma Kurdistan, Ajansa Parastin û Zanyarî - Zanyarî, Rêvberiya Aşayîşa Parêzgeha Silêmanî, Rêveberiya Giştî ya Dijî Teror û Rêvberiya Polîsê Silêmaniyê, da ku lêkolînê bike û tometberên herdu bûyerên du rojên raboriyê aşkere bikin û bigrin.
Paş xurtkirina hewlan, hêzên ewlehiyê karîn di nêv kemtir ji 24 demjimêran de pîlana heye bê aşkere bikin û tawanbarê sereke yê herdu buyeran jî bê desteserkirin;
-Ya yekem roja 16ê Îlonê rû da û têde kesek hatibû birîndarkirin.
-Ya duyem jî 17 vê heyvê rû da û tedê kesek hat kuştin.
Tometbar radestî dadgehê hatiyekirin, da ku cezayê xwe yê yasayî werbigre.
Di vê çarçoveyê de em bi hemû aliyekî radigihînin ku Silêmanî bajarê aramiyê ye ji bo hemû kesekî bi bê cûdahî; asayîş û aramiya bajêr jî tê parastin.
Dezgeha Aşayîşa Herêm û Ajansa Parastin û Zanyarî – Zanyarî
Rêvberiya Asayîşa Parêzgeha Silêmanî
Rêveberiya Giştî ya Dijî Teror
Rêveberiya Polîsê Silêmaniyê
18-09-2021
Puknow
MMS