Pêncwên - Armanca mezin vegerandindina aramî, îstîkrara siyasî, aborî û parastina yekrîzî ye

  2021-09-26 14:13      121 Car hatiye dîtin        Şîrove
Bi rêya guhertina Destûra İraqê, dixwazin deshilatên Herêma Kurdistanê kêm bikin û sînorekî ji bo mafên xelkê Kurdistanê daynin

Bi beşdariya Serokê Hevpeymaniya Kurdistanê Qubad Talebanî, îro (26-09-2021) karnevala nasandina berbijarên Hevpeymaniya Kurdistanê yên devera Pêncwênê di çarçoveya programa bangeşeya hilbijartinên Parlamentoya İraqê de birêve çû.
Paş nasandina Çiro Heme Şerîf berbijara bi hejmara 20 ya bazneya 3 ya Hevpeymaniya Kurdistanê, Serokee Hevpeymaniya Kurdistanê gotarak pêşkêş kir. 
Qubad Talebanî, ragihand; ber bi hilbijartinekî çarenivîssaz pêngav tê avêtin, da ku bikaribin bi xurtî nûnerên Hevpeymaniya Kurdistanê bişînin Bexdadê û li wir berevaniyê li mafên xelkê Kurdistanê bikin. 
Serokê Hevpeymaniya Kurdistanê, got: “Emê di çar salên siberojê de di warê aborî, darayî, ewlehî û serbozî de rastî hevrikiyek dijwartir bibin ku nerîngehek heye li ser kêmkirina deshilatên Herêma Kurdistanê û sînordarkirina mafên xelkê Kurdistanê bi rêya guhertina Destûra İraqê. Divê, em dijî ve rewşê bi xurtî tevbigerin û bi şandina nûnerên we li Bexdadê vî şerî bikin, da ku berevaniyê li statuya Herêma Kurdistanê bikin”.
“Hevrikiya nêvxwe sedema parçe parçe û belave bûna dengên me ye, ev jî dibe sedema lewazbûna me û durustbûna metirsiyan li ser Herêma Kurdistanê. Jiber vê jî me biryar da di bin sîvana Hevpeymaniya Kurdistanê de beşdarî hilbijartinan bibin”.
“Hevpeymaniya Kurdistan tenê ne ji bo vê hilbijartinê ye; armancên wê yên mezin, vegerandindina aramî, îstîkrara siyasî û aborî û parastina yekrîziya aliyên siyasî ye”.
Qubad Talebanî, daxuyand ku ji bo gîhiştin bi van armancan, pêwîste dengder bi yekdengî û yekdestî biçin ser sindoqên dengdanê û berbijarên Hevpeymaniya Kurdistanê hilbijêrin.

Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî