Li Behdînanê azadiya raman tê sînordarkirin, rojnamevan û çalakvan li ser heq û rastbêjiyê tên zindanîkirin

  2021-09-26 23:00      149 Car hatiye dîtin        Şîrove
YNK dijî wê yekê ye ku rojnamenivîs li ser rastbêjiyê, nivîskar li ser berevanîkirin li mafên giştî, çalakvan li ser serkêşîkirina mafên xelkê û mamoste li ser daxwaza qûtê mal û zarên xwe bên zindankirin.

Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî, îro (26-09-2021), li Silêmanî li Dabaşan, pêşwazî li malbatên zindaniyên Behdînanê kir. 
Bafil Talebanî, guh li xwast û daxwazên kesûkarên rojnamenivîs, çalakvanên civaka sivîl, mamoste û zindanîkiriyên Behdîdanê girt.
Hevserokê YNKê, piştî xemgîniya xwe li ser ve mijarê anî zimên û hevsoziya xwe ji bo malbatên girtiyên Behdînanê nîşan da, da zanîn; be ku çi belgeyek yasayî hebe biryar li ser wan hatiye dayin û bi navê ewlehiya niştimanî hatine darizandin jiber rastbêjî û berevanîkirin li mafê giştî hatine zindanîkirin û got: “Li devere Behdînanê azadiya giştî hatiye sînordarkirin; çalakvan, rojnamenivîs, nîvîser, mamostê û alîgirên derveyî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) jiber bilêvkirina nerîn û gotina rastiyan û berevanikirin li mafên xwê tên zindanîkirin û biryarên pêşwext li ser wan tê dayîn. Ev jî bû ye sedem ku di astê nêvdewletî û rêkxistinên mafên mirov de wêneyekî xerap ji bo Herêma Kurdistanê bi taybetî ji bo devera Behdînanê durust bibe û bi aşkere rexne li me bigrin”.
Bafil Talebanî bi aşkare, nerîna zelal ya YNKê li ser vê mijarê anî zimên û diyar kir; YNK baweriya xwe ya temam bi azadiya raman, rexsandina bingehek guncaw ji bo rojnamenivîsan bi pîşeyî û pêbendiya bi prensîbên karê ragihandinê heye û temelek guncaw bê rexsandin, da ku bi azadî û jîrî karên medyayî bikin û mafên wan jî parastî be. 
Bafil Talebanî, aşkere kir; YNK xemgîne ji rewşa azadiya raman û karê medyayî li devera Behdînan ê û dijî wê yekê ye ku rojnamenivîs li ser rastbêjiyê, nivîskar li ser berevanîkirin li mafên giştî, çalakvan li ser serkêşîkirina mafên xelkê û mamoste li ser daxwaza qûtê mal û zarên xwe bên girtin.
Hevserokê YNKê tekez kir; ev reftarên hanê yê partiyên takrewî û xwesepêniyê ye ku ligel tecrubeya demokrasî û mafê mirov li Herêma Kurdistanê nagunce û jiber vê jî daxwaza kirin e dawî li vê rewşa ne asayî li Behdînanê bê anîn û rê li ber wê yekê bê girtin, da ku dadgeh tev li hevrikiya  siyasî nebin û partî biryarê li ser van dosyeyan ne de.
Derbarê daxwazên kesûkarên girtiyên Behdînanê de Bafil Talebanî, wiha axivî: “Azadî û rexne zererê nade bi demokrasî û navûbanga Herêma Kurdistanê; berovajî, ya ku ezmûna (tecrubeya) Herêma Kurdistanê lekedar dike, zindanîkirin û bêdengkirina bîrûrayên cûda ye û destwerdane bi deshilata dadwerî û durustkirina senaryo û tomet durustkirinê bi navê dedgehan e”.
Hevserok Bafil Talebanî, tekez kir ku bi çi awayekî ew rewşa li Behdînanê hatiye durustkirin, cihê qebûl nîne û rê nadin yasa bikin bi sîvana nixumandina wan binpêkirinan, çunkî di çi yasayekê de cîh nagre, pêş dadgehîkirin cezayê sal zindanîkirin û di zindanê de mayin bê diyarkirin ku bi aşkere destwerdane di karûbarên serbixweyiya deshilata dadwerî û ev yek dijî mafê mirov e.
Bafil Talebanî, got: “Dilniya bin YNK girêdayî rêbaza Serok Mam Celal e ji bo dabînkirina nan û azadî bê şertûmerc ji bo nivîseran, rojnamevanan û azadîxwazan. Ji bo mayîna ew buhaya bala, emê parêzvan û parêzerê wê rêbazê bin û ne mumkune em rê bidin bi navê deshilata dadwerî, azadiyan ji bo xwastên siyasî sînordar bikin”.
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî