Kerkûk ji bo YNKê xeta sor e, taybetmendî û Kurdistanîbûna wê dê bê parastin

  2021-09-26 23:44      117 Car hatiye dîtin        Şîrove
Serkevtina Hevpeymaniya Kurdistan li Kerkûkê, mîsogeriya parastina Kurdistanîbûna bajêr û bihevrejiyana hemû netewe û pêkhatan e

Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî, îro (26-09-2021), serdana Kerkûkê kir û li baregaha polîtburoye ya YNKê ya li wî bajarî, ligel Civata Serkirdayetiya Kerkûkê civiya.
Hilbijartinên pêşdem yên Parlamentoya İraqê, serxistina Hevpeymaniya Kurdistan, çareserkirina pirsgirêkên Kerkûkê û rêkxistina karê partiyê, mijarên sereke yên civînê bûn ku gotûbêj li ser hat kirin.
Di civînê de roparo Civata Serkirdayetiya YNKê ya Kerkûkê, derbarê hevkêşe, pirsgirêken siyasî û ewlehî, rewşa Kurd ya li deverê, kar û çalakiyên ji bo serxistina Hevpeymaniya Kurdistanê de hate xwendin.
Paşê, Hevserok Bafil Talebanî, ronahî xist li ser rewşa giştî û siyaseta nû ya YNKê ku siyaseta rastîn û berjewendiyên giştî li xwe digre û got: “Kerkûk ji bo YNKê xeta sor e, wek Serok Mam Celal gotiye Qudsa Kurdistanê ye. Jiber vê jî pêşkêşkirina xizmetê bi Kerkûk û Kerkûkiyan di xebata me de cîhê pêşîn digre. Hemû hewlên me jî ji bo parastina taybetmendî û Kurdistanîbûna Kerkûkê ye”.
“Raste, ji encamên referandumê û bi sûd wernegirtina pêşniyarên welatên me yên dost, me zerer kir. Lê, em bêhêvî nebûn û YNK ji bo satekê jî Kerkûkiyan bicîh nehişt ku ev berpirsiyekî dîrokî û neteweyî  ya me bû, siberojê jî emê li vir bin. Wezîfeya Civata Serkirdayetiya Kerkûkê jî ewe ku parêzvanê rastîn yê bidesxistina daxwazên Kerkûkiyan be û zêdetir di nêv xelkê de bin û xizmeta bajêr bikin”.
Hevserokê YNKê derbarê giringiya serkevtina Hevpeymaniya Kurdistanê û berbijarên wê de wiha axivî: “Serkevtina Hevpeymaniya Kurdistanê li Kerkûkê, mîsogeriya parastina Kurdistanîbûna bajêr e, herwiha bihevrejiyan hemû netewe û pêkhatan jî ye. Jiber vê jî pêwîste em hemû karînên xwe bixin ger, da ku li Kerkûkê dengê herî zêde berhev bikin û Hevpeymaniya Kurdistan bibe serkêşê berdewamiya xizmetkirina Kerkûk û Kerkûkiyan”.
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî