Hêzên Pêşmerge kar ji bo serxistina Hevpeymaniya Kurdistanê dikin

  2021-09-27 01:57      221 Car hatiye dîtin        Şîrove
Pêşmerge duhî bi çek, îro bi deng destkevtên Kurdistanê diparez e

Civîna berfireh ya efser û piledarên lîwayên Hêza Pêşmerge li sînorê navçeya Çarqurne, roja Yekşemê (26-09-2021), li baregeha Hêzên Heftê ya li Çarqurne ji bo serxistina Hevpeymaniya Kurdistan û berbijarên wê hat lidarxistin. 
Di civîna efser û piledarên lîwayên Hêza Pêşmerge de endamê Desteya Rêveber ya Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Qadir Ezîz, derbarê hilbijartinên pêşdem yên Parlamentoya İraqê de wiha axivî: “Hêzên Pêşmerge di hemû qonaxên xebatê de rola sereke gerandine. We di raboriyê de bi bi çekan berevanî li YNKê û prensîbên wê kir. Lê îro, em wê wezîfeyê bi rêya dengdanê cîbicî dikin di berjewendiya YNKê û gelê me de bi biryara rast û durust di qezencê Hevpeymaniya Kurdistanê de”.
Paşê endamê Polîtburoya YNKê û serpereştê bangeşeya hilbijartinê yê devera Raperîn ê Bûrhan Şeîd Sofî gotarek pêşkêş kir û  serinc kişand li ser rola dîrokî û egîdiya Pêşmerge û ragihand; Pêşmerge wek rojên dijwar, herdem parêzvanê azadî û destkevtên Herêma Kurdistanê bû ye. 
Bûrhan Seîd Sofî, got: “Emê bi coşek mezin ligel kesûkar, heval û dostên xwe biçin ser sindoqên dengdanê û Hevpeymaniya Kurdistanê bi ser bixin. Çunkî, YNK berevaniyê li mafên destûrî, heqên siyasî û darayî yên Hêza Pêşkerge dike. Nûnerên YNKê çiqasî zêde bin li Bexdadê, destkevt û mafên me jî dê ewqasî parastî be”.
Di civînê de bi hûrgilî li ser armanc û planên Hevpeymaniya Kurdistanê jî gotûbêj hat kirin û li ser dengdana taybet û giştî zanyarî hat parvekirin. 
Di civînê de jimareyek ji endamên Polîtburo û Civata Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û berpirsê Malbenda 24 ya Rêkxistina Raperîn ya YNKê jî amade bûn. 
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî