HDP piştgiriya xwe ji bo Hevpeymaniya Kurdistanê ragihand

  2021-09-28 14:36      143 Car hatiye dîtin        Şîrove
Qubad Talebanî pêşwazî li wefda Partiya Demokartîk a Gelan (HDP) kir

Serokê Hevpeymaniya Kurdistanê Qubad Talabenî, duhî (28-09-2021), li Silêmanî, pêşwazî li wefda Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kir ku ji Meral Daniş Bêştaş û Mahmût Toxrûl pêk hatibû.
Di civînê de ku endamê Lijneya Bilind ya Hevpeymaniya Kurdistanê Dr. Soran Cemal amade bû; gotûbêj li ser pêşkevtinên siyasî yên li İraq û Rojhilata Navîn, hilbijartinên pêşdem yên Parlamentoya İraqê û peywendiyên nêvbera YNKê û partiyên din yên Kurdistanî hat kirin. 
Di civînê de rola Serok Mam Celal  li ser durustkirina peywendiyekî xurt ligel partiyên din yên siyasî li ser bingeha parastin û berevanîkirin li mafên Gelê Kurd, giranbuha hat nirxandin. 
Serokê Hevpeymaniya Kurdistanê Qubad Talebanî, ragihand; YNK jiber vê yekê ligel Tevgera Goran ev Hevpeymanî pêk aniye; da ku yekrîziyê pêk bînin û wek du hêzên siyasî yên bi bandor li meydanên siyasî yên İraq û Rojhilata Navîn bi armanca parastina mafên hemwelatiyên Kurd tevbigerin. 
Qubad Talebanî, got: “YNK siyaseta xwe ya neguher ji bo doza Kurd û bi rêya diyalog û aştiyê çareserkirina pirsgirêk û hevrikiyên siyasî heye. Bi vî awayî ku rêzgirtin li maf û daxwazên Netewa Kurd bingeha sereke be”.
Wefda HDP jî dilxweşiya xwe beramber pekanîna Hevpeymaniya Kurdistanê ji aliyê YNK û Tevgera Goran ve  anîn zimên ku bihvre beşdariyê di hilbijartinên pêşdem yên Parlamentoya İraqê de dikin.
Wefda HDPê, pêk anîna Hevpeymaniya Kurdistanê di berjewendiya Gelê Kurd de zanî û hêviya serkevtine ji bo wan xwast û piştgiriya xwe jî ji bo Hevpeymaniya Kurdistanê ragihand.
Di civînê de bi hekîmane serederîkirin ligel rewşa heyî û di vê çarçoveyê de xurtkirina peywendiyên YNK û Tevgera Goranê jî bi hewce hat zanîn. 

Parlamentarên HDPê, heman rojê, serdana Tevgera Goran jî kirin û ligel rêkxerê giştî û berpirsên bala yên wê partiyê civiyan.

Puknow

Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî