Bafil Talebanî û parlamentarên HDPê civiyan

  2021-09-28 22:55      167 Car hatiye dîtin        Şîrove
YNK piştgiriya hewlên bi rêya siyasî û aştiyê çareserkirina pirsgirêkan dike

Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî, îro (28-09-2021), li Silêmanî li Dabaşan, pêşwazî li parlamentarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kir ku ji Meral Daniş Beştaş û Muhmût Toxlûk pêk hatibû. 
Di civînê de ku Endamê Desteya Rêveber ya Polîtburoyê Şanaz Îbrahîm Ehmed û endamên polîtburoyê Emîn Babeşêx û Dr. Soran Tahîr amade bûn; pêşxistin û berfirehkirina asoya peywendiyên nêvbera aliyên siyasî bi armanca lihevtêgîhiştin û dîtini zimanê hevbeş ji bo çareserkirina pirsgirêkan giranbuha hat nirxandin û hebûna şêwiriyê bi fakterekî xurt hat zanîn.
Rola Serok Mam Celal jî di avakarina peywendiyeka baş di nêvbera hemû aliyan de bi giring hat zanîn.
Hevserokê YNKê Bafil Talebanî, bi hurgilî behsa siyaseta Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ya bi rêya siyasî û aştiyê çareserkirina pirsgirêkan kir û ragihand; YNK piştgiriya wan hewlan dike ku aramî û asayîşê li deverê diçespînin û giyanê bihevrejiyanê vedijînin.
Bafil Talebanî derbarê Hevpeymaniya Kurdistanê ya nêvbera YNKê û Tevgera Goranê de wiha axivî: “Ev pêngav hewlekî niştimaniye ji bo yekrîzî û yekgirtiyiya mala Kurd. Em dixwazin bihevre li Bexdadê berevaniyê li mafên Gelê Kurd bikin û mafên me yên di destûrê de cîh digrin mîsoger bikin”.
Wefda Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî Hevpeymaniya Kurdistanê erenî nirxand û bi pêngavekî giring ji bo parastina mafên Kurd li Bexdadê bi nav kir.
Di civînê de nûnerê HDPê li Başûrê Kurdistanê Hîkmet Hatîp jî amade bû.

Puknow

Metîn Mihemed

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî