Mam Celal stûnekî qewî yê demokratîzekirina İraq, Rojhilata Navîn û Cîhanê jî bû
Beyannameya Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ji bo çarhemîn salroja koça dawî ya Serok Mam Celal...
Çar sal bi ser wefata sîvana şikodariya netew û niştiman, Raberê Şoreşa Nû Heval Mam Celal re derbaz dibe.
YNKyî, komeleyên civaka Kurdistanê, gelê İraqê, dostên azadî, demokrasî û federaliyê jî li seranserê Cîhanê bi rêz û dilovanî, vê salrojê bibîr tînin û li wateya wê yê kur dihizirin.
Serok Mam Celal, her bitenê sekreterê giştî yê YNKê û serokê partiyekî siyasî ya Kurdistanî nebû, herwiha li tevaya Kurdistanê Rabere Şoreşa Nû a gelê me û lîderê têkoşinê yê Gelê Kurd bû. Stûnekî qewî yê demokratîzekirina İraq, Rojhilata Navîn û Cîhanê jî bû.
Mam Celal di temenê pir bereket ji têkoşîna fikrî, siyasî, pêşmergetî, dîplomasî û xebata piralî ya xwe de mînaka lîder, serokkomar û xebatkarê resen bû ku di hemû serdeman de bi moralek xurt û polayîn ya kurdane, xwedî dinyabînî ya şoreşgerî û pêşbîniyên rast bû. Bi berdewamî wî karîn û jîriya xwe, dixist xizmeta doza rewa ya kurdayetî, geşekirina civaka kurdewarî, meseleya dadperweriya civakî, demokratîzekirina welat û geşepêdana wê. Di serdama Şoreşa Nû de berxwedêr û têkoşer, bîrmendekî realîte bîn yê realîte guher bû. Di pêlekanî partiyî, dîplomasiya Kurdistanî, İraqî û Cîhanî jî de jîr û xwedî sebra şoreşgerî ya berpirsane bû.
Ew di yek demê de serkirdeyê parastina pirensîbên niştimanî, neteweyî û sîmayê parastina azadiya raman û serbestiyên giştî bû; dijî zulm, dagirkerî û çewsana civakî, neteweyî, olî û mezhebî bû. Bi aştî, azadî û birayetiya milletan re bû li ser bingeha yeksanî û berjewendiya hevbeş; bê destberdarbûn ji mafên rewa yên gelê xwe ku ji bo wan û ji bo rizgariya niştimana Kurdistan, dest bi şoreşê kir û ew bi ser xist û gîhand armanca serkevtin ê.
Îro jî... Kurdistana azad û İraqek demokratîk û federal ku xwediyê serwerî û nexşerêya destûra xwe ye, berê renca têkoşana siyasî, xeyalê hizrî û siyasî ya Mam Celal û bavên din yên damezrênerên demokratîzekirina İraq û Kurdistanê ye.
Em wek YNKê û wek Xelkê Kurdistanê ku çaremîn salroja serkirdeyê nemir yê gelê xwe bibîr tînin; bi hestbilindî û şanaziyek zêde li wî çiyayê bilind yê Kurdistanê, li wî rûbarê mezin pir ji xêr û avadaniyê ku di ferhenga siyasetê de navê wî Mam Celal e temaşe dikin û morala domandina xebatê jê werdigrin.
Di vê roja mezin ya salroja koça Mam Celal de em soza xwe dubare dikin; emê herdem sîvana şikomendî, hizra hûrûkûr, jîrî û sebra wi ya mezin ji xwe re bikin armanca sereke ya xebat ê ji bo bihevreyî û parastina deste gula kurdayetî û demokrasiyê li welêt. Heta diruşma rast û rewa “aştî, demokrasî, mafê mirov û çarenivîs ê” bi temamî pêk bê.
Slav li ruhê pak yê Mam Celal û hemû şehîdên gelê me.
Polîtburoya
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan (YNK)
03-10-2021
Puknow
Metîn Mihemed