Hevpeymaniya Kurdistan bangeşeya hilbijartinê bi awayê demkî rawestand

  2021-10-03 14:40      187 Car hatiye dîtin        Şîrove
Ji bo bîranîna çarhemîn salroja malavayiya Serok Mam Celal bangeşeya hilbijartine ji bo 24 demjimêran hat rawestandin

Serokatiya Hevpeymaniya Kurdistan ji bo bîranîna çarhemîn salroja koça dawî ya Serok Mam Celal, bangeşeya hilbijartinê ji bo  dema 24 demjimêran rawestand. 
Di daxuyaniyek nivîskî de Serokatiya Hevpeymaniya Kurdistan, hemwelatiyên xweşdivî û qedirbilind û girseya dilsoz ya Hevpeymaniya Kurdistanê haydar dike  ku ji bo bîranîna Serok Mam Celal, ji demjimêr 00:00 ya îro (03-10-2021) heta demjimêr 24:00ê heman rojê, bangeşeya hilbijartinê ya Hevpeymaniya Kurdistanê hatiye rawestandin. 
Ji bo bîranîna çarhemîn salroja malavayiya Serok Mam Celal, Serokatiya Hevpeymaniya Kurdistan biryar da ji bo dema 24 demjimêran, li hemû Herêma Kurdistanê bangeşeya hilbijartinê bê rawestandin. Hemû kadro û çalakvanên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goran li şûna bangeşeyê di programên xwe de behsa jiyan, xebat û  têkoşînê Serok Mam Celal û têkoşerên din yên xebata rizgariya Kurdistanê bikin, pêş hemûyan jî ya Newşîrwan Mistefa .
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî