Serkonsolê Îranê: Mam Celal rolekî bê wêne gerandiye di avakirina yekrîziyê de

  2021-10-05 14:32      358 Car hatiye dîtin        Şîrove
Divê taybetmendiyên jiyana siyasî, kulturî û civakî ya Mam Celal bê jiyandin

Bi bûneya çarhemîn salroja koça dawî ya Serok Mam Celal, Serkonsolê Îranê li Hewlêrê, peyamek weşand. 
Serkonsolê Îranê Nesrulla Reşnûdî di peyama xwe de ragihand ku rehma Xwedê lê be, serokkomarê berê yê İraqê û raberê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) birêz Celal Talebanî ku yek ji raberên têkoşîna dijî rejîma Beasê bû; rolekî mezin ji bo bihevrejiyana neteweyî, olî û mezhebî gerandiye ku ev rol taybetmendiya jiyana siyasî, kulturî û civakî ya Mam Celal e. 
Serkonsolê Îranê dibêje; “Dibe ew taybetmendiyên hanê, wek taybetmendiyên Mam Celal bên danîn û zindî bê hiştin”.
Nesrulla Reşnûdî di beşekî din peyama xwe de cîh daye van risteyan: “Em bîranîna çarhemîn salroja koça dawî ya rêzdar Celal Talebanî, ligel kurên wî Bafil û Qubad Talebanî û hevserên wan yên rêzdar, xelkê İraqê û berpirs û endamên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, raberan û xelkê Herêma Kurdistanê bi giranbuha dinirxînin. Hêviya me ya serkevtin û serfiraziyê ji bo peyrewanên wî heye”.
Puknow
Metîn Mihemed
 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî