Serokwezîrê İraqê paş bidawîbûna proseya dengdanê peyamek weşand

  2021-10-10 21:21      141 Car hatiye dîtin        Şîrove
Serokwezîrê İraqê Mistefa Kazimî

Serokwezîrê İraqê Mistefa Kazimî, îro (10-10-2021), paş kotabûna dema proseya dengdanê ji bo hilbijartinên pêşdem yên Parlamentoya İraqê, peyamek weşand û têda ragihand ku soza xwe birine serî û hilbijartinekî pak û şefaf birêve çû ye.
Mistefa Kazimî di navnîşana xwe ya taybet twîterê de dibêje: “Spas ji bo Xwedê, me erkê xwe pêk anî û soza xwe bir serî ji bo hilbijartinekî pak û zelal”.
“Gellekî spas ji bo gelê me yê hêjar, dengderan, berbijaran, hêzên siyasî, çavdêr, xebatkarên komisyona hilbijartinê, hêzên ewlehiyê yên qehreman, Neteweyên Yekgirtî (NY) û merciyê olî”.
Îro (10-10-2021), hilbijartinên pêşdem yên Parlamentoya İraqê birêve çû û dengderan ji demjimêr 07:00an heta demjimêr 18:00an dengên xwe dan. 
Puknow
Metîn Mihemed 

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî