Hikûmeta Herêma Kurdistan, rê nade xaka Herêma Kurdistanê ji bo hêrişbirinê bo ser Îranê bê bikaranîn
2021-10-11 14:53     214 Car hatiye dîtin      Şîrove
Hêzên Kurd yên Rojhilate Kurdistanê dê xaka Herêma Kurdistanê ji bo êrişbirinê bo ser Îranê bikar neynin
Hikûmeta Herêma Kurdistan, rê bi hêzen Kurd yên Rojlihatê Kurdistanê nade ku xaka Herêma Kurdistanê ji bo hêrişên bo ser Îranê bikar bînin û her êrişa bêkirin jî şermezar dike.
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Tehrane Nazim Debax di malpera xwe ya taybet de aşkere kiriye; Hikûmeta Herêma Kurdistan, dilniyayî daye Hikûmeta Îranê ku êdî rê bi çalakiyên aliyên Kurd nede û her êrişekî ji xaka Herêma Kurdistanê ve bo ser Îranê bê kirin dê şermezer bike ku xaka Herêma Kurdistanê ji bo hêrişên ser Îranê bê bikar anîn.
Nazim Debax, wiha nivîsandiye; Nabe aliyên Rojhilatê Kurdistanê xaka Herêma Kurdistanê ji bo êrişbirinê bikar bînin. Aliyên Kurd yên Rojhilatê Kurdistanê ev yek erênî nirxandine û soz bi hikûmeta Herêma Kurdistanê dane ku ewê hewlê kontrolkirina hêzên xwe yên çekdar bîdin.
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir