YNK gilî li ser encamên hilbijartinên Hewlerê tomar dike

  2021-10-11 21:49      86 Car hatiye dîtin        Şîrove
Li her 4 xelekên hilbijartinê yên Hewlêrê destkarî encaman hatiye kirin

Lijneya Bilind ya Hilbijartinan ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê li Hewlerê, ragihand ku li her çar xelekên hilbijartinên Hewlêrê destkarî dengan hatiye kirin. 
Lijneya Hilbijartinan ya YNKê, ragihand ku destkarî encamên dengdan yên li Hewlêrê hatiye kirin û bi giştî proseya  hilbijartinên li Hewlêrê qebûl nakin. 
Serokê Lijneya Bilind ya Hilbijartinan ya YNKê ya li Hewlêrê di civînek rojnamevanî de aşkere kir; belge li ber destê wan heye ku li Hewlêrê sindoqên dengdanê ji navendên dengdanan hatine derxistin; jiber vê jî ew çaverê encamê giliya xwe dikin ku li Komisyona Serbixwe ya Hilbijartinan ya İraqê tomar kirin e. 
Lijneya Bilind ya Hilbijartinan ya YNKê, da zanîn ku YNK çaverê biryara Komisyona Serbixwe ya Hilbijartinan dike û ewê pêbend bin bi her biryara ku komisyon bide.
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî