Hevpeymaniya Kurdistan 17 kursiyên Parlamentoya İraqê bidesxist
2021-10-11 22:56     626 Car hatiye dîtin      Şîrove
Hilbijartinên pêşdem yên Parlamentoya Îraqê bi amûrên elektronîk hat kirin
Ligor encamên destpêkê yên hilbijartinên pêşdem yên Parlamentoya İraqê, Hevpeymaniya Kurdistan 17 parlamentaran dişîne Bexdadê.
Ligor encamên resmî yên demkî yên Komisyona Serbixwe ya Hilbijartinan ya parêzgehên İraq û Herêma Kurdistanê; Hevpeymaniya Kurdistan; li Silêmanî 8, li Kerkûk 3, li Hewlêr 1, li Duhok 1, li Nînowa 2, li Diyale 1 û li Selahedîn 1 kursiyên Parlamentoya İraqê bidest xistiye.
Komisyona Serbixwe ya Hilbijartinan ya parêzgehên İraq û Herêma Kurdistanê, ragihand ku rêjeya beşdariya dengderan di hilbijartinên pêşdem yên Parlamentoya İraqê de bi giştî li Herêma Kurdistan û İraqê ji % 41 bû ye.
Ji bo 329 kursiyên Parlamentoya İraqê, li parêzgehên Herêma Kurdistan û İraqê 3249 berbijaran kêbirkê kirin.
Nifûsa İraqê ku gîhiştiye 40 milyon hemwelatiyan, nêzîkî 24 milyon kes xwedî mafê dengdanê bûn.
Ji bilî çavdêrên navxwe, 877 çavdêrên biyan jî çavdêriya proseya dengdanê kirin.
Nêzîkî 250 hezar karmendên hêzên ewlehiyê jî ji bo parastina proseya hilbijartinên giştî hatibûn erkdarkirin.
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir