Komisyona Hilbijartinan, giliyan dinirxîne û encamên wan yekalî dike

  2021-10-12 20:46      77 Car hatiye dîtin        Şîrove
Serokê Komisyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinan ya İraqê Celîl Ednan Xelef

Serokê Komisyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinan ya İraqê Celîl Ednan Xelef, îro (12-10-2021), li Bexdadê, di daxuyaniyek rojnamevanî de ragihand ku proseya cûdakirin û hejmartina dengan didome û tekez kir; giliyên hatine tomarkirin tên nirxandin û dê bi encam bên gîhandin. 
Celîl Ednan Xelef, aşkere kir; encamên ew sindaqên dengdanê yên bi sîstema elektronîk  hatine hejmartin û ewên bidest hatine hejmartin, wek hevin. Hemû encam dê bên cûdakirin û dê bixin ser encamên demkî û paşê dê encemên dawîn rabigihînin.
Serokê Komisyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinan ya İraqê, aşkere kir ku li Bexdadê dêngên 3100 bingehên sereke bi dest tên hejmartin. 
Ji bo 329 kursiyên Parlamentoya İraqê, li parêzgehên Herêma Kurdistan û İraqê 3249 berbijaran hevrikî kirin.
Hilbijartinên Parlamentoya İraqê roja Yekşema bihurî (10-10-2021) hat lidarxistin û rêjeya beşdariyê bi giştî ji % 41 bû. 
İraq 40 milyon şêniyên wê heye û nêzîkî 24 milyon hemwelatî xwedî mafê dengdanê bûn.
Puknow
Metîn Mihemed
 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî