Bi hewlên Bafil Talebanî ciwanên Kurd yên li Kerkûkê hatibûn destbiserkirin hatin azadkirin

  2021-10-13 15:15      62 Car hatiye dîtin        Şîrove
YNK ji çi aliyekî qebûl nake li ser çarenivîsa Kerkûkê lîstokên siyasî bigerînin û ji bo her egerekî jî bijardeyeka YNK ya yekalîker heye.

Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî, paş peywendîkirin bi Serokwezîrê İraqê Mistefa Kazimî re, gencên destbiserkirî yên Kerkûkê hatin azadkirin. 
Paş şeva borî jimareyek genc li Kerkûkê jiber durustbûna aloziyê di nêvbera alîgirên alîyekî diyarkirî û karwaneka Lîwaya 61, hêzên ewlehiyê li cade û kolanên bajarê Kerkûkê hatin bicîhkirin û hejmarek genc hatin destbiserkirin; Hevserokê YNKê Bafil Talebanî hewla çaserekirina wê aloziyê da û operasyonên bisermalan de girtin û destbiserkirina gencên Kerkûkê da rawestandin û beriya niha bi kêlekekê gencên hatibûn girtin, hatin azadkirin.

Polîtburoya YNK: Hinek alî, doza Kerkûk û çarenivîsa wê dixin jêr metirsî û lîstoka siyasî

Li ser vê mijarê Polîtubroya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan (YNK) jî bi danezanekê, xemgîniya xwe li beramber vê rewşa nexwastî ya ewlehiya Kerkûkê anî zimên ku di nêv du rojên bihurî de hatiye durustkirin. 
Polîtburoya YNKê serinc kişandiye li ser hewlên Hevserok Bafil Talebanî ku ji şeva bihurî ve Serokwezîrê İraqê Mistefa Kazimî ji girtina bi ser malên Kurdan û binpêkariyên hêzên ewlehiyê û destbiserkirina ciwanan agahdar kiriye û ligel berpirsên din yên bala di peywendiyê de bû ye bo çareserkirina pirsgirêkê û azadkirina girtiyan û tekez kiriye ku ev rewşa çêkirî cîhe qebûl nîne. 
Polîtburoya YNKê tekez kiriye ku Kerkûk û Kerkûkî ji her silogan û diruşmbaziyê mezintir dinirxînin ku hinek alî û di nêv wan de hinek endamên Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ji bo meram û destkevtên biçûk yên partiyî, doza mezin ya Kerkûk û çarenivîs û şêniyên wê dixin jêr metirsî û lîstoka siyasî ku YNK vê yekê bi bizavekê siyasî ne mantiqî dinirxîn e. 
Politburoya YNKê di danezanê de dide zanîn ku YNK hêzekî berpirsyare û prensîpa parastina giyanê bihevrejiyan û aştiyê esas digre û berevaniyê li wê bihevrejiyana li Kerkûkê heye dikin. Herwiha, parêziyê li maf, xak û Kurdistanîbûna bajêr dikin û bi vê stratejiyê kar dikin. Ji çi aliyekî jî qebûl nakin berdewamî bi vê ketoberiya girtinê bidin û jiyan û aştiya civakê bixin metirsiyê; ji bo her egerekî jî bijardeyekê YNKê yê yekalîker heye.
Puknow
Metîn Mihemed
 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî