Hevserokê YNKê Bafil Talebanî ligel Tevgera Goran civiyan

  2021-10-13 21:34      95 Car hatiye dîtin        Şîrove
Hevserokê YNKê Bafil Talebanî ligel Omer Seyîd Elî civiya

Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî, îro (13-10-2021), li Silêmanî, serdana navenda Tevgera Goran kir. 
Di serdanê de ku Berpirsê Desteya Rêveber ya Polîtburoyê Refet Ebdulla, Endamê Desteya Rêveber ya Polîtburoyê Şalaw Kosret Resûl, Serokê Ajansa Parastin û Zanyarî – Zanyarî ya Herêma kurdistanê Ejî Emîn, endamê polîtburoyê Cemal Tahîr Soran û endamê Civata Serkirdayetiyê Salar Serhed hevalbendî dikirin; ji aliyê Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goranê Omer Seyîd Elî  ve pêşwazî li wan hat kirin. 
Di hevdîtinê de gotûbêj li ser encamên hilbijartinên pêşdem yên Parlamentoya İraqê, peywendiyên YNKê û Tevgera Goranê û xwe amadekirin ji bo her eger û pêşkevtinêkê hat kirin. 
Hevserokê YNKê Bafil Talebanî di axavta xwe de ragihand; YNK, Tevgera Goran bi şirîkê xwe yê rasteqîne dizane û wek hevparekî siyasî dixwazin bihevre arasteya siyasî biguherînin û berevaniyê li mafên Gelê Kurdistanê bikin. Bafil Talebanî, got: “Em dixwazin projeyekî me ya nû ya hevbeş hebe û bi nerînekî nû kar ji bo Kurdistana xwe bikin”.
Bafil Talebanî, da zanîn; ew kursiyên hatine bidestxistin berhemê hewlên Goran û YNKê bû ku bi wê hejmara berbijaran diçe Bexdadê ji bo parêzîkirin li bernameya Kurdistanî û mîsogerkirina heqên darayî û siyasî yên Kurdistanê bi navçeyên qutkirî ve û wiha axivî: “Erkê berevanîkirin li mafên Gelê Kurdistanê girtine situyê xwe û bi yekrîzî hevpeymanî ligel nûnerên din yên Kurd dikarin rewşa jiyan û aramiyê baştir bikin”.
Bafil Talebanî, da zanîn; di jiyana partiyên siyasî de gellek hewraz û nişîv tên jiyankirin; lê ya giring ewe YNK û Goran di çarçoveya Hevpeyaminya Kurdistan de enî û proseya siyasî praktîze bike û xewna Newşîrwan Mistefa û Serok Mam Celal pêk bîne ji bo guhertina sîstema siyasi û got: “Projeya me ya hevbeş jî hebe ji bo çaksazî û zêdetir pêşkêşkirina xizmetê bi xelkê û pêkanîna guhertinên bingehin di warê îdarî û birêvebirin û çareserkirina kêmasiyan de. Gilî û rexneyên civakê bi sûd werbigrin û bikin bi destmayeya serkevtina dahatî”.
Hevserok Bafil Talebanî, tekez kir ku ewê ligel birayên xwe yên di nêv Goran de bimînin û kar ji bo siberojeke geştir bikin.
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî