Rêkxerê Giştî û hemû endamên Desteya Rêveber ya Tevgera Goranê dest ji kar kişandin

  2021-10-13 22:16      168 Car hatiye dîtin        Şîrove
Tevgera Goran heta konferansa niştimanî lidar bixe dê ji aliyê Desteyekî Demkî ve bê birêvebirin

Rêkxerê Giştî û hemû endamên Xaneya Raperindinê (Desteya Rêveber, polîtburo), dest jikar kişandin. 
Civata Niştimanî ya Tevgera Goran, îro (13-10-2021), li Silêmanî, civînek ne asayî lidar xist û encamên hilbijartinên pêşdem yên Parlamentoya İraqê û rewşa davî ya partiya xwe nirxand.
Civata Niştimanî bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku Rêkxerê Giştî û endamên Xaneya Raperandinê dest ji kar kişandinên xwe pêşkêş kirine û berpirsyariya qonaxê girtine stuyê xwe û heta lidarxistina konferansa niştimanî dê ji aliyê desteyekî demkî ve bê birevebirin. 
Civîna ne asayî ya Civata Niştimanî ya Tevgera Goran di demekê de hat lidarxistin ku ligor encamên destpêkê yên hilbijartinên pêşdem yên Parlamentoya İraqê (10-10-2021), çi kursiyekê parlamentoyê bidest nexistiye.
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî