İraq - Berbijareka mirî kursiyekê parlamentoyê bidest dixe

  2021-10-13 23:22      83 Car hatiye dîtin        Şîrove
Berbijar Ensam Manuêl Eskender ku du heyv beriya niha jiber koronayê wefat kiriye ji kotaya krîstiyanan kursiyekî parlamentoyê bidest xistiye

Serkevtina Ensam Manuêl Eskender wek jinek berbijar di hilbijartinên pêşdem yên Parlamentoya İraqê de ku du heyv beriya niha jiber naxweşiya koronayê koça dawî kiriye, bûye cîhê gengeşiyê.
Îro (13-10-2021), Cuzîf Silîwa ku berbijêr e ji kotaya krîstiyanan li Bexdadê, bi rêya twîtekê matmayîbûna xwe nîşan daye û serince raya giştî kişand li ser vê mijarê:
Ensam Manuêl Eskender, berbijra krîstiyanan di hilbijartinên pêşdem yên İraqê de karî dengê pêwîst bidest bixe ji bo serbikeve wek kotaya pêkhateya krîstiyanan, lê Ensam Manuêl Eskender du heyv beriya niha jiber koronayê wefat kiriye. 
Ligor encamên destpekê Komisyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinan a İraqê, Ensam Manuêl Eskender 2860 deng bidest xistiye û kursiyekî parlamentoyê ji kotaya krîstiyanan bidest xistiye.
Cuzîf Silîwa, daye zanîn; dibe ku jiber du egeran dengderan dengê xwe dabin bi Ensam Manuêl Eskender; yekem beşek ji dengderan wek rêzgiritin li beşdariya wek namzeta serbixwe û xebata wê ya pîşeyî dengê xwe dabin bi wê. Duyem jî dibe ku beşek ji dengderan, nezanîbûn ku koça dawî kiriye.
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî