Şehîdên 16ê Cotmehê tên bi bîranîn

  2021-10-16 14:02      112 Car hatiye dîtin        Şîrove
Di bêyarên paş 16ê Cotmaha 2017ee de 39 pêşmerge şehîd bûn

Li bajarê Silêmaniyê, çalakiyên bîranînê yên 39 şehîdên 16ê Cotmeha 2021ê, birêv diçin. 
Di merasîmekî taybet de bi amadebûna hejmarek ji berpirsên partiyên siyasî û hikûmî, 39 şehîdên 16ê Cotmeha 2017ê hatin bi bîranîn ku di dema parastina Kerkûkê de paş lidarxistina referandûmê şehîd bûn. 
Berpirsê Ragihandinê yê Lîwaya 102 Emîd Ebdulla di daxuyaniyek rojnamevanî de bi Kurdsat News ragihand; 16ê Oktober jiber şaşiyên siyasî yên beşek ji serkirdayetiyê, Kurd rastî tengasiyên siyasî û serbazî bû ye. 
Emîd Ebdulla, got: “Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan (YNK), bi qehremanî berevanî li Kerkûkê kir û di vê berxwedanê de 39 peşmerge şehîd bûn”.
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî