Pesendkirina encamên dawîn yên hilbijartinan di destê deshilata dadgehî de ye

  2021-10-17 12:05      131 Car hatiye dîtin        Şîrove
Encamên destî û sîstema elektronîk wek hev derketî ne

Komisyona Serbixwe ya Hilbijartinan ya İraqê, ragihand; encamê destpêkê û giliyên hatine kirin û pesendkirina encamên dawîn yên hilbijartinê di deshilata Dadgeha Bilind ya Federalî de ye. 
Serokê Encumena Komisyaran ya Komisyona Serbixwe ya Hilbijartinan Celîl Ednan di civînek rojnamevanî de ragihand; hûrgilî ji bo 3681 bingehên dengdanê hatine kirin û derketiye ku encamên wê wek yê sîstema elektronîk bû ye û xistine ser encamên destpê kê. 
Celîl Ednan, da zanîn; encamên destpêkê û giliyên hatine kirin û pesendkirina encamên dawîn yên hilbijartinan di destê Dadgeha Federal de ye. 
Serokê Encumena Komisyoran tekezî li ser bê alîbûna Komisyona Hilbijartinan kir û daxuyand ku bi yek pîvan serederiyê ligel hemû hêzên siyasî dikin.
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî