Dengê çend bingehên dengdanê bi dest tên hejmartin

  2021-10-21 22:44      121 Car hatiye dîtin        Şîrove
Komisyona Hilbijartinê heft giliyên li ser hilbijartinan pesend kir

Komisyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinan a İraqê, Li Hewlêrê 1, li Bexdadê 2, li Nînowayê 3 û li Besrayê 1 gilî pejirand. 
Komisyona Serbixwe ya Hilbijartinan a İraqê, bi giştî ji 181 giliyên li ser hilbijartinan hatibûn kirin, 174 ji wana red kir, tenê 7 gilî pesend kir. 
Komisyona Serbixwe ya Hilbijartinan a İraqê, ragihand; di çarçoveya rêkarên yasayî de dengên 7 bingehên dengdanê bi dest tên hejmartin ku li Bexdadê 2 gilî, li Nînowayê 3 gilî, li Hewlêrê 1 gilî û li Besrayê jî 1 gilî hatine pesendkirin. 
Komisyona Hilbijartinan, aşkere kir; li gor maddeya 38 ya Yasaya Hilbijartinan ya İraqê, dengê wan bingehên dengdanê ku ew heft gilî wana li xwe digre, bi amadebuna nûnerên berbijar û aliyên hevrikan, dê bi dest bên hejmartin.
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî